Diyarname
Ew yek ji navdartirînên Hollywoodê ye û di heman demê de di reklamê de li ser saniyeyan pere digire.
Em qala lîstivana navdar Catherine Zeta-Jones dikin. Ew vê carê ji bo reklama şampûaneke ku dê ev reklam li Çîn û Japonyayê bê weşandin derket pêşberî kamerayê. Ji bo vê yekê jî serê saniyeyê 5 hezar dolar girt. Catherine Zeta-Jones bi giştî 7 deqîqe ji bo reklamê derket pêşberî kamerayê û hemû mesref jî di nav de bi giştî 2.5 mîlyon dolar girt.
Zeta-Jones li paytexta Komara Çek li Pragê derket pêşberî kamerayê, di reklamê de rola casûseke ku îksîra ciwaniyê didize dilîze; ku paşê tê fêmkirin ne îksîr şampûan e.


