Diyarname
13'emîn Bîenala Stenbolê ku ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê ve hatiye lidarxistin, di vê Cejna Qurbanê de jî deriyen wê vekirî ne.
Bîenala îsal 13'yê meha borî vebûbû û heta 20'ê vê mehê vekiriye. Îsal yekemîn car kes dikarin bê pere herin li pêşangehan temaşe bikin. Amadekarên Bîenalê biryar dan ku di van rojên cejnê de jî deriyên pêşangehan vekiribîn.
Di bîenala îsal de 88 hunermend û komên hunerê hatine ba hev û hunerên xwe pêşkêş dikin. Ji bilî rojên duşeman, rojên din vekiriye. Di vê cejnê de pêşangeha li Antrepo 3 her roj navbera saetên 10.00-19.00'an de; pêşangeha li Dibistana Seretayî ya Rûman a Taybet a Galatayê û pêşangeha li ARTER'ê her roj navbera 12.00-20.00'an de vekiriye. Lê yek ji cihên ku Bîanel îsal lê li dar ketiye 5533 dê vê cejnê de girtî be.
Ji bilî pêşangehan hin çalakiyên di çarçoveya Bîenalê de jî bi vî rengî ne:
- 13'ê mehê, roja yekşemê saet 19.00'an de li Dibistana Seretayî ya Rûman a Taybet a Galatayê vokalîst Saadet Turkoz konserek bide.
- 18'ê mehê roja înê li Dibistana Seretayî ya Rûman a Taybet a Galatayê dê nîşandayîna fîlmê bi navê "Aşk Bir Şarki (Evîn Stranek e) yê derhêner Jean Genet bê nîşandayîn. Saeta nîşandayînê 19.30 e.
- Di rojên 19-20'ê mehê de jî li heman dibistanê atolyeya hunermend İnci Eviner ya bi navê "Amûrê Çalakiya Hevkar: Etudek" dê li dar bikeve.
- 20'ê mehê saet 19.00 de jî dê Koroçapulportre ligel zarokan performansek muzîkal û teatral li heman dibistanê li dar bixe.
Ji bo agahiyên berfirehtir:


