WAN (DÎHA)
Kayûm Hakki Hukuk Kadîrharnoglu ku wekî alîkarê serok tayînî Şaredariya Qelqeliyê hatibû kirin îstifa kir.
Bernamzedê şaredariyê yê AKP'ê yê berê Hakki Hukuk Kadîrharnoglu yê ji aliyê Qeymeqam Serdar Karal ê ku wekî kayûm tayînî Şaredariya Qelqeliya Wanê hat kirin, wekî alîkarê serokê şaredar hatibû tayînkirin, îstifa kir. Kadîrhanoglu yê ku sedema îstifaya wî nehat zanîn, hat diyarkirin ku ji bo cihê wî bê tijî kirin kayûm di nava lêgerînan de ye.
Kayûm Karal, ji bo kesek li şûna Kadîrhanoglu bibîne, li deriyê malbatên ku nêzî AKP'ê ne dixe lê hat gotin ku malbatan bi çavekî neyînî li pêşniyarê nêriye.


