NECÎBE QEREDAXÎ
Piştî çend mehan amadekarî û nîqaşan, serê sibeha 17´ê kewçêrê operasyona li hemberî kelehên dawî yên DAIŞ'ê li bajarê herî mezin û dîrokî Mûsilê dest pê kir. Li gorî daxuyaniya rayedarên serbazî û siyasî yên eleqedarî operasyonê, ew ê di demeke kin de bigihîje encamê. Lê bi nîqaşên hefteya dawî li ser helwesta Tirkiyeyê, wer xuya nake ku operasyon di demeke kin de bi dawî bibe û wê bibe şerê herî dijwar yê 10 salên dawî yê herêmê.
Çima? Mûsil bi taybetmendiya xwe ya erdnîgarî mezin û stratejîk e; dewlemendbûna petrolê, bi statuya xwe ya dîrokî ku ne tenê di sedsala 20'an de di navbera Tirkiye û Iraqê de bûye mijara nakokiyan, lê di 400 salên dawî de meydana şerê navbera Sefewî û Osmaniyan de ye. Dewleta dagirker a Tirk di 90 salên dawî de timî Mûsil wekî parçeyekî Misaqî Mîlî dîtiye û piştî 1991'ê jî hertim li derfetek geriyaye ku vê niyeta xwe bi ser bixe û di salên 90'î de jî ji bo şer li hemberî PKK'ê bi alîkariya PDK'ê bi dehan bingehên serbazî ava kirine ku bi çekên giran, tank û maşînên zirxî hatine dagirtin.
Dewleta Tirk piştî hilweşîna rejîma Seddam Husên li Iraqê timî nakokiyên di navbera şiî û sûniyan de tevdane û eşkere bi dewletên Qeter û Siûdî re vê bereya sûnî li Iraqê destek kiriye û malbata Nujêfî li Mûsilê bigire heta nakokiyên di navberê Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî û Tariq Haşimî Cîgirê wê demê tevdaye ku sala 2014'an hem bajarê Mûsilê û hem jî Şengalê hatin dagirkirin. Ji bo wê jî operasyona rizgakirina Mûsilê wê siberoj, hevsengiya hêzên li herêmê û bi taybetî jî li Iraqê destnîşan bike. Operasyon wê ji bo kurdan bi taybetî û siyaseta wan ya siberojê jî diyarker be. Ya diyar e ku hêzên hevpeymana navneteweyî ku 60 welat in, hêzên arteşa Iraqê ku di bin banê wê de Heşdê Şeibî, Heşdê Sûnî û 3 hezar hêzên girêdayî Esîl Nujêfî hevalbendê AKP'ê, hêzên pêşmerge bi lihevkirin ku nekevin nava bajêr, tê gotin ku Gerîla û hêzên YBŞ, her wiha arteşa Tirk jî ku hêzên xwe li Başîqe tevlî operasyonê bûne. Tevlîbûna ew qas hêzan girîngiya Mûsilê ji hemû aliyan ve nîşan dide.
Serokwezîrê Iraqê Heyder El-Abadî got, "Eger Tirk tevlî vî şerî bibin, ew ê li hemberî wan şer bikin". Ev peyameke zelal e ku wê şer ne tenê bi DAIŞ'ê re be, lê bi arteşa Tirk re ku her yek bi taqimên cilan hatine, yek ji xwe re û yek ji çeteyên DAIŞ'ê re ku mîna Cerablûsê wê tenê dest biguherin. Hemû îşaretên ji wir tên belavkirin, nîşan didin ku Tirk wê mîna li Cerablûsê, çeteyên DAIŞ'ê bi cil bikin û bi vî rengê jî wan biparêzin. Balkêş e ku di vê operasyonê de yê ku hîç di hesabeke rast de nîn e, hêzên kurd li başûrê Kurdistan bi taybetî jî PDK ye. Westa Resûl, berpirsyarê xeta Kerkûkê ya Pêşmergeyan dibêje, "tevlîbûna Tirkiyeyê di operasyona Mûsilê de ji bo rizgarkirina fermandarên DAIŞ'ê ye."
Ev operasyon ji rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞ'ê zêdetir, wê şerê li hemeberî dagirkeriya Tirkan be ku êdî bi desteka bereya nijadperestiya hundir dixwaze îradeya azadiya gelê kurd hem li hundir û hem li derveyî sînorê xwe bişkîne, û ev armanca sereke ya tirkan e. Ji bo Erdogan operasyona Mûsilê hewildan û pêngava dawî ye ku bixwaze hem armanca xwe ya dîrokî pêk bîne û hem jî pêşî li Kkurdan bigire û bi zanebûna wî ye ku Mûsil ji bo kurdan çi qasî devereke girîng û dîrokî ye, hem ji bo Başûr û hem ji bo Rojava û Bakurê Kurdistanê bi giştî. Piştî ku dewleta Tirk zanî hêzên sûniyên Iraqê yên alîgirê AKP'ê ne di wê hêzê de ne ku armanca wan pêk bînin, bi taybet jî malbata Nujêfî, ew bi xwe bi yekîneyên mezin, bi çekên pêşketî û giran bi alîkariya PDK'ê ketin Başîqe. Çi qasî M. Barzanî di serdana wî ya Baxdayê gotiye, haya me ji hatine tirkan nîn e, lê ev îdayeke ne li gorî rastiyan e. Ma qey tirk di ezmanan re hatin Başîqe? Her kes dizane di herêma di bin kontrola PDK'ê de ketine wê herêmê. Ji ber ku PDK bi eşkere di vê bereyê de cih digire.
Li aliyekî din PDK bi qasî ku dixwest pêşî li hêzên berxwedana Şengalê YBŞ/YJŞ û Gerîla bigire ku tevlî operasyonê bibe, bi qasî wî ne di hewildanê de bû ku pêşî li tirkan bigire. Gelo bi rastî jî PDK nizane eger dewleta Tirk di armanca xwe de bi ser bikeve, li Mûsilê wê dor were Başûrê Kurdistanê. Parastina berjewendiya dagirkerên Tirk û dijîtiya PKK'ê di mijara Mûsilê de ji aliyê PDK'ê ve ji bo kurdan bêbextiyek e; li gorî Hoşyar Abdullah endamê komisyona parastinê li Parlemana Iraqê "PDK venaşêre ku li dijî beşdariya gerîla ye di operasyona Mûsilê de".
Bi nîqaşên li ser vê operasyonê û bi hêzên ku wê tevlî vê operasyonê bibin û dibin, wer diyar e ku ev operasyon ji operasyoneke serbazî zêdetir operasyoneke siyasî ye, ji ber ku piraniya van hêzan ji bilî hêzên Gerila û YBŞ'ê, hesaban li ser qonaxa piştî şer dikin û mîna xenîmet lê dinihêrin. Diyar Xerîb, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê dibêjê "Armanca me di tevlîbûna operasyonê de pêkanîna erkeke mirovane ye û çavê me li berjwendiyan nîn e li Mûsilê, armanca me bi hev re jiyana gelan e". Lê wer xuya nake ku dewleta Tirk bihêle her tişt li gorî hatiye pilankirin biçe, nexwe wekî Heyder el-Abadî got, wê şerê piştî DAIŞ'ê bibe şer li hemberî dewleta Tirk. Ew pêşbînî jî pirr ne dûr e, ji ber ku pirraniya hêzên li ser erdê ji bo şerekî wisa jî heta mirov bibêje bes bi derfet in. Ev şer wê bibe şerê şikestina dewleta Tirk, ji ber ku rewşa AKP'ê di encama berxwedana PKK'ê de li hundirê Tirkiyeyê gelekî xerab e.
necibeqeredaxi@gmail.com
18.10.2016, Yenî Ozgur Polîtîka


