Diyarname
Şaredariya Akdenîzê bi piştgiriya Komeleya Nivîskarên Kurd li Mêrsînê "Rojên Pirtûkan a Akdenîzê" lidar dixe. Dê pirtûkên kurdî, ligel nivîskarên kurd li Mêrsînê bibin mêvan.
Şaredariya Akdenîzê yekemîn car xebateke wisa dide dest pê kirin. Çalakiya ku navê "Rojên Pirtûkan a Akdenîzê" lê kirine bi dehan weşanxaneyan dike mêvan. Ji weşanxaneyên kurdan Weşanên Peywend, Lîs, Aram, Vate, J&J, Nûbihar, Do, Sîtav, Hêva, Tevn, Na, Ava, her wiha ji kovarên kurdan kovara "Kurt Tarîhî", W dê standê vekirin.
"Rojên Pirtûkan a Akdenîzê" roja 27'ê mehê dê deriyên xwe vekin û heta 30'ê vê mehê dê vekirî be.


