Li welatekî dinyayê ger hin rabin ji we re bibêjin di sedsala 21'ê de ji ber rengên kulîlkan lêpirsînan didin dest pê kirin, herhal hûnê bawer nekin. Lê ger peya "Ev yek li Tirkiyeyê" derbas dibe lê zêde bikin herhal hûnê bibêjin rast e.
Belê dozgerên Tirkiyeyê ketin dû rengê kulîlkan.
Daîreya Qontrol û Parastina Derdorê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li kêleka rêyan kulîlkan datîne wekî hemû bajarên mezin. Wan li ber avahiya xwe jî kulîlkên rengo rengo danîn. Û tam di vê derê de pirsgirêk derket: Midûriyeta Polîsan a Amedê ji ber gulên bi rengê kesk, sor û zer ku li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin hatine çandin bi îdîaya "Ev reng sembolên PKK`ê nîşan dide" serî li dozgeriyê da û xwest lêpirsîn bê dest pê kirin.
Belê midûriyeta polîsan lêpirsîna xwe kir, wêne û dîmenên wê derê kişand û ji dozgeriya komarê re şand. Ka dê dozgerî çi bike?


