Serleşgerê Tugaya Qersê ji leşkerên xwe xwest ku ji kurdan tiştek nekirin.
Li gor nûçeya ANF'ê li Qersê, Serleşkeriya Tugaya Piyadeyan a 14'emîn navê 38 kargehan û cihan eşkere kiriye û ji leşkerên xwe re gotiye li van deran tiştek nekirin û neçin van deran.
Li gor nûçeyê di nav 38 cihên ku diyar kirine de ofîsa mebûsê berê Mahmut Alinak û ofîsa Şaredarê Berê Naif Alibeyoglu jî heye.
Di nav cihên ku Serleşkeriya Tugayê ji leşkeran dixwaze ku ku neçinê de xan, park, cihên dan û standinê, bayiyên telefonan, zêrfiroş, mobîlyafiroş û kulîlkfiroş jî hene.
Wekî notek: Berê jî li Tirkiyeyê aliyên naşîst daxuyanî belav kiribûn û xwestibûn ji kurdan tişt neyên kirîn. Di daxuyaniyên berê ku li cihên cur bi cur hatibûn belavkirin de ev daxwaz hebûn; 'Xwarinên kurdan nexwin', 'Ji kurdan tiştek nekirin', 'Bi kurdan re neaxivin'.


