Diyarname
Tîma neteweyî ya Spanyayê ku ev 35 maç in têk naçe îşev li hemberî Amerîkayê bi awayekî surprîz têk çû.
Berî maçên Kûpaya Cîhanê ya 2010'an maçên Kûpaya Konfederasyonê li dar dikeve. Di maça yekem a nîvfînalê de tîma neteweyî ya DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) û tîma Spanyayê hate hemberî hev. Her kesî ku digot dê Spanya bi ser bikeve lê na, Spanya li hemberî DYA'yê 2-0 têk çû û vegeriya mala xwe.
Golên DYA'yê di deqîqeya 27'an Altidore û di deqîqeya 72'yan de Dempsey avêt.
Di maça din a nîvfînalê ya di navbera Brezîlya û Başûrê Afrîkayê de kî bi ser bikeve di fînalê de dê bibe reqîbê DYA'yê..


