Diyarname
Peymana lîstikvanê navdar Lionel Messi ligel tîma Katalan Barselonayê 2 sal maye. Sala pêşiya me peyman bi dawî dibe û tê gotin ku Messi dê peymanê nû neke.
Hat gotin ku lîstikvanê 29 salî xwe nade ber peymanek nû. Rojnameya spanyolî Marca nivîsandiye ku Messi dê peymanê nû neke. Rojnameyê gotiye ku havînê Messi dema li Ibiza ligel malbata xwe di betlaneyê de bû ev biryar girtiye.
Serokê Klûba Barselonayê Josep Maria Bartomeu li ser vê yekê agahî xwestiye.


