Diyarname
Navenda PEN'a Kurd ji bo Roja Nivîskarên Di Girtîgehê De daxuyaniyek nivîskî weşand, xwest hemû nivÎskar û rojnamegerên girtî demildest bêne berdan. Vaye daxuyaniya PEN'a Kurd:
"JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
15'ê SERMAWÊZÊ
ROJA NİVÎSKARÊN Dİ GIRTÎGEHAN DE
Kurdistan, binemala jiyanê, erdnîgariya ku mirovahî li serê bi pêş ketiye, bi hezaran salan e ku mirovahiyê di hembêza xwe de xwedî dike; di bin zext û zorên dargirkeran de ye.
Mixabin êrîşên bê navber ên li ser daneheva mirovahiyê ya li ser vê axê, li ser erdnîgarî, xweza û gelên li ser vê axê dijîn didome. Bi taybetî jî di sedsala dawîn de, di nav parvekirin û şerên natewdewletan de, Kurdistan nehatiye naskirin. Gelên li ser vê axê dijîn hatine paşguhkirin. Dixwazin; çand, huner, ziman û daneheva hezar salan werin tunekirin.
Di van salên dawîn de; bi taybetî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, li çar hêlên welêt; zordestî, dagirkerî, mêtingerî di asta herî jor de tên kirin. Her çiqas li hember vê yekê gelê Kurd berxwedaneke bêhempa nîşan dide jî; zordestî, dagirkerî û mêtingerî bi awayekî sîstematîk û bi riya şerekî qirêj didome.
Bêguman dema ku çek û şer derdikeve pêş, dengê gotinê, dengê huner nayê bihîstin. Xwînrêjî, dilêşî dikeve pêşiya dilpakî û dilsoziya pênûsê. An dengê pênûsê nayê bihîstin, an bandora pênûsê lawaz dibe. Ji xwe daxwaza şerxwazan jî ev e.
Di serdemên wisa de, neheqî û bêwijdaniya herî mezin li nivîskarên ku wijdana civakê ne tê. Herçiqas bi peymanên navneteweyî; hewla parastina mafên mirovan hatibe dayîn jî, dewletên desthilatdar ên ji demokrasiyê dûr, binpêkirina mafên mirovan didomînin. Nivîskar û rojnamevanên ku li pey rastî, aştî û azadiya cîhanê ne, ji karên xwe tên dûrxistin, tên girtin û kuştin.
Ji ber vê yekê ye ku PENa Navneteweyî ya ku 174 şaxên wê hene û PENa Kurd jî yek ji van şaxan e, ji bo bala cîhanê bikşîne ser nivîskar, rojnamevan, wergêr û weşangerên ku hatine zindankirin, di sala 1981'an de, 15'ê Sermawezê wek Roja Nivîskarên di Zîndanan de daxuyandiye.
Dewletên Îran û Tirkiye - ku beşeke mezin a Kurdistanê di nav sînorên wan de ye – di derbarê nenasî û binpêkirina mafê azadiya ramanê de, di cîhanê de li herî pêş in. Sepan û pêkanînên derveyî hiqûqa navneteweyî û peymanên navneteweyî yên ku destnîşan kirine dikin; ji bo ku zext û zorên ku li ser nivîskar û rojnamevanan dimeşînin veşêrin; van kesan, wek endamên rêxistinên tundrew nîşan didin, wan bi piştgiriya terorîzmê tewanbar dikin.
Li Îranê êrîş û tundiya li ser nivîskar û rojnamegerên kurd bi awayekî sîstematîk didome. Carinan gotinek an hevokek, nivîsîna ramanekê, dibe sedema bidarvekirina nivîskar an rojnamegeran.
Ligel ku pêkutiyên li ser nivîskar û rojnamevanên kurd bi awayekî domdar li Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê didomin, xetereya herî mezin niha li Bakurê Kurdistanê ye.
Her wekî ku tê zanîn, di 15ê Tîrmeha 2016an de, li Tirkiyeyê darbeyek çêbû û piştî vê darbeyê gelek tişt hat guherîn. Her çiqas hinek kes bûyerê wek 'hewleke darbeyê' binirxînin jî, di pêşveçûnên piştî vê rojê de, bi awayekî zelal derket holê ku darbeyek pêk hatiye û bandorên wê her roj zêdetir û girantir dibin. Di nav du hêzên wekhev û paralel de, şerekî navxweyî rû da û di vî şerî de Serokomar Erdogan û hevalbendên wî bi ser ketin û ew bûn xwediyê darbeyê.
Ji wê rojê û heta niha rewşa awarte hatî daxuyandin, xebatên Meclîsa Tirkiyeyê hatine rawestandin, kêmhiqûqa heyî ya li Tirkiyeyê jî, ji holê hatiye hildan, bi her awayî rê û rêbazên darbeyê, hiqûqa darbeyê ango bêhiqûqî tê sepandin. Em, wek PENa Kurd li hemberî hemû cureyên darbeyan in û dibêjin ku divê hemû pirsgirêkên civakî bi rê û rêbazên demokratîk û aştiyane bên çareserkirin.
Li gor raporên “Komeleya Mafên Mirovan”, “Platforma Piştgiriya Rojnamevanên Girtî” û nûçeyên medyayê, di nava pênc mehên dawîn de li Tirkiyeyê;
*70 hezar kes di lêpirsînê de derbas bûne, 59 hezar kes hatine binçavkirin, nêzî 35 hezar kesan hatine zindankirin. 23 hezar kes bi şertê di bin kontorêle de bin û dernekevin derveyî Tirkiyeyê hatine berdan, lê hîna jî dozên wan didomin.
*Di girtîgehan de 6 kes mirine (an jî hatine kuştin) û îşkence bûye karekî ji rêzê.
*56 hezar kes ji karê xwe hatine dûrxistin. Ji van 28 hezar kes mamoste ne, ku gelek nivîskarên kurd ên endamên PENa Kurd jî di nav wan de ne.
*2360 akademisyen ji kar hatin bidûrxistin
* 1060 dibistanên taybet (destpêk, seretayî, navîn, lîse), 15 Ünîversîteyên taybet, 113 pansiyon, 19 sendika, 35 navendên tenduristiyê, 104 weqf hatin girtin.
*1497 komele hatin qedexekirin, kilît li deriyê wan ket.
*35 şaredarên DBP ên kurd, ku bi rêjeyeke bilind hatibûn hilbijartin, ji kar hatin bidûrxistin, hatin girtin. Kayyûm li şûna şaredaran dan rûniştandin.
*Li gel hevserok û parlamenterên HDP, bi sedan rêvebir û endamên HDP û DBP hatin girtin. Xebatên her du partiyan bi dorpêçkirina polîsan têne astengkirin.
*Destûra; 129 weşanxane, 45 rojname, 15 kovar, 23 radyo, 15 Televîzyon, 3 ajansên nûçeyan, hat betalkirin.
*Bi sedan malperên înternetê hatin qedexekirin.
* 128 nivîskar, rojnamevan û berpirsên rojnameyan hatin hepskirin.
Di saetên ku me ev daxuyanî dinivîsi de, mohr li gelek deriyên saziyên; ziman, çand û huner ên kurd xistin. Bi van saziyan re xebatên Komeleya Nivîskarên Kurd jî hat rawestandin. Pirtirên endamên Komelê, di heman demê de endamên PENa Kurd in jî.
Di Roja piştgiriya “Nivîskarên di Zîndanan de” li Türkiye, 128 nivîskar û rojnamevan di zîndanan de ne.
Hikûmeta AKP, li dijî kurdan û li dijî demokrasî û aştîxwazên Türkiye û saziyên demokratîk, şerekî dijwar dimeşîne.
Bila bê zanîn ku, dibe ku bedena mirovan were hepskirin, belê ti kes û ti hêz nikare, ramanê heps bike. Di her şerd û mercan de, azadiya ramanê, dê were parastin
Em wek PENa Kurd bangî raya giştî dikin ku li dijî van kirinên derhiqûqî yên li dijî demokrasiyê ne, dengê xwe bilind bikin.
Em dixwazin demildest nivîskar û rojnamevanên girtî werin berdan."


