Enqere
Hikumeta Tirkiyeyê der barê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim de ku Muslim ne hemwelatiyê Tirkiyeyê ye jî biryara girtinê derxist. Ligel Muslim ji bo Zubeyîr Aydar û Remzî Kartal û nêzî 50 kesên din jî heman biryar hatiye girtin.
Der barê Hevserokê PYD'ê Salîh Muslîm û 48 kesên tê îdiakirin rêveberê PKK'ê ne de biryara girtinê hat derxistin. Di nava kesên ku biryara girtinê hatine derxistin de Zubeyîr Aydar û Remzî Kartal ên tê zanîn li Ewropayê ne û rêveberê KCK'ê Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Fehman Huseyîn jî hene.


