Diyarname
Îro li Amedê maça Amed Spor û Sivas Bld Spor hebû. Ev wêneyê li maçê hat kişandin em dikin wêneyê rojê. Sedem jî ev e:
Par roja 28'ê vê mehê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî li ber Minareya Çar Ling ji aliyê hêzên tarî ve hat kuştin. Temaşevanên Amed Sporê li stadê wêneyên Elçî, xebatkaran jî li nava sehayê wêneyê wî vekirin û ew bibîr anîn. Ev wêne ji wir e û em wekî wêneyê rojê pêşkêşî we dikin.
Ji bo kesên maçê meraq bikin: Amed Spor bi 2-1 Sivas Belediye Spor têk bir û di Koma Spî ya Lîga 2'yemîn de lîderbûna xwe domand.



