Diyarname
Maçên Koman ên Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê dest pê kirin. Di 8 koman de 32 tîm tên hemberî hev. Maçên yekemîn 1'ê mehê bi dawî dibin.
Amed Spor ku di Koma C de îro li Îzmîrê derket pêşberî tîma Îzmîrê Menemen Sporê bi 2-1 têk çû. Di maçê de li ser navê Menemen Sporê di deqîqeya 10'an de Erman Kiliç gol avêt, li ser navê Amed Sporê Ahmet Guven di deqîqeya 26'an de bersiv da. Nîveka yekemîn bi 1-1 bi dawî bû, di nivîka duyemîn de Mustafa Şen di deqîqeya 59'an de golek avêt û maç bi serketina Menemenê bi dawî bû.
Her du tîmên din ên Koma C Fenerbahçe û Gençlerbirligi jî li Stada Fenerbahçeyê hatin hemberî hev û Gençlerbirligi bi 2-1 bi ser ket. Di encama maçên yekemîn de Gençlerbirligi û Menemen xwedî 3 pûanan, Amed û Fenerbahçe pûanên wan în in. Bi temamî 6 maç dê bêne lîstin, kîjan tîm bibe yekemîn û duyemînê komê dê ji komê derê.
**
Nûçeya eleqedar:


