Diyarname
Rejima Îranê vê carê 10 sal cezaya hepsê da rojnameger Adnan Hasanpur.
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) li gor agahiyên ku ji malbata Hasanpur girt, ragihand ku Iranê cezaya îdam betal kiriye û vê carê 10 sal cezaya hepsê li wî biriye.
RSF dibêje ku ev mehkûmkirin tişteke bêwate ye û xwest ew zû bê berdan.
Rojnameger Adnan Hasanpur di 16'ê tîrmeha 2007'an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Meriwan ve hatibû darizandin û bi îdîaya "Di nav xebatên casûsî de cih girtiye", "Casûsî kiriye" û "propagandaya cudaxwazî kiriye" ew darizand û cezaya îramê lê birî. Doz ji aliyê Dadgeha Bilind a Tehranê ve hate betalkirin lê di avrêla 2008'an de careke din bi heman cezayê ew hat cezakirin.
Vê carê doz li Dadgeha Sineyê li dar ket û ev ceza lê hate birîn
Adnan Hasanpur di 25'ê rêbendana 2007'an de li mala xwe hatibû binçavkirin û ew şandibûn girtîgeha Mehabadê. Hasanpur heta gelawêja 2005'an di rojnameya Aso ku hate girtin de dixebitî. Rojnamegerê kurd Hasanpur li ser pirsgirêka kurd nûçe dinivîsand, ji bilî rojnameya ku lê dixebitî ji bo radyoya Dengê Amerîkayê (Voice of America) û Radio Fardayê jî dixebitî.


