Diyarname
Fîlmê derhêner Yeşîm Ustaoglu ê bi navê "Tereddut" ku îro ket vîzyonê di heman demê de di Festîvala Navneteweyî ya Kerala ya Hindistanê de 2 xelat girtin.
21'emîn Festîvala Fîlman a Kerala îro bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Di pêşbaziya ku 15 fîlm têde hebûn de Ustaoglu xelata Derhênera Herî Serketî û lîstikvana jin a fîlmî Ecem Uzun jî Xelata Lîstikvana Herî Serketî girt.
Fîlm îro li Tirkiyeyê ket vîzyonê lê lîstikvana fîlm Fulya Eryigit ji ser twittera xwe re got; "Tereddut sibê li van sînemayên jêr dikeve vîzyonê. Lê mixabin ne bi halê me kişand, bi awayê sansurkirî dikeve vîzyonê."
Fîlm têkoşîna dijwar a Şehnaz û Elmas nîşan dide.
Fîlm yekem car di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê de hat nîşandayîn. Fîlm di Festîvala Fîlman a Antalyayê de jî hem di beşa Pêşbaziya Neteweyî, hem ya Navneteweyî de bû û di beşa navneteweyî de xelata Derhênera Herî Serketî ya Komeleya Rêveberiyên Fîlman, Lîstivana Herî Serketî û Fîlmê Herî Serketî de xelat girt.
KUNYE
Derhêner, Sazkar û Senaryo: Yeşim Ustaoglu
Lîstikvan: Funda Eryigit, Ecem Uzun, Mehmet Kurtuluş, Okan Yalabik
Muzîk: Antoni Lazarkiewicz
Derhênerê Dîmenê Michael Hammon
Derhênerê Hunerê: Osman Ozcan
Vesazkirin: Agnieszka Glinska, Svetolik Zajc
Mawe: 105 deqe


