Diyarname
Li bajarê Duhokê konferenseke berfireh a bi sernavê “Piştî serxwebûnê rewşa Kurdistanê, rûbirûbûn û derfet” hate lidarxistin. Di konferansa duh a ji hêla Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê ve hat amadekirin de nûnerên gelek aliyên siyasî yên kurd û mêvanên biyanî beşdar bûn.
Di konferansê de kesayet û siyasetmedarên wekî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji her du baskên YNK´ê Berhem Salih û Mele Bextiyar, Serokê DBP´ê Kamuran Yuksek, nivîskar Îsmaîl Beşîkçî, Serokê ENKS´ê Îbrahîm Biro, balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad gotar pêşkêş kirin.
Di gotarên siyasetvan û nûnerên PDK´ê de bi taybetî PKK û PYD hatin rexnekirin û nêrîna wekî ku kurd û cîhan ji bo serxwebûna Kurdistanê amade bin derxistin pêş.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku pêwendiyên wan ên bi Tirkiyeyê re heyî tenê yên cîrantî ne û wiha dewam kir: “Bi Tirkiyeyê re tenê lihevkirineke me ya aborî heye û tiştekî veşartî tune ye.” Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de rêveberiya Rojava wekî desthilatdareke dîktatorî bi nav kir: “Tiştê PYD tîne serê kurdan Beşar Esed jî ne aniye serê kurdan“. Ji hêla din Barzanî careke din daxwaz kir ku PKK ji Şenganlê derkeve û got ku wan vê derbarê de axaftin bi hikuneta Bexdayê re jî kiriye.
Hevserokê BDP´ê Kamuran Yuksek jî bal kişand ser nakokiyên di navbera partiyên kurdan û daxwaz kir partiyên kurdan ên li her çar parçeyan ji hev re ne rêgir lê belê rêvekiri bin. Yusel wiha axivî: “Em bi hêvî ne hikumet û partiyên başûrê Kurdistanê pêşiya pêwendiyên bi Tirkiyeyê re, pêwendiyên xwe bi partiyên bakurê Kurdistanê re baştir bikin.“ Yuksel her wiha bang li hemû partiyên kurd kir ku divê dev ji nakokiyan berdin û rewşa xwe di ber çavan re derbas bikin.
Beşdarên biyanî ku wekî dostên kurdan tên nasîn di gotarên xwe de piştgiriya xwe ya takekesî ya ji bo serxwebûna Kurdistanê anîn zimên.
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Iraqê Zalmay Xelîlzad di gotara xwe de bal kişand ser rewşa herêmê û piştgiriya xwe ya ji bo serxwebûna Kurdistanê ragihand. Xelîlzad her wiha di vê derbarê de diyar kir ku di destpêkê de divê kurd li hev bikin û dû re jî lihevkirinekî bi hikumeta Iraqê re pêk bînin.
Kesayetiyekî din ê biyanî yê beşdarî konferansê bû Wezîrê Karê Derve yê Fransa yê berê Bernard Kouchner bû. Kouchner jî piştgiriya xwe ya ji bo serxwebûnê ragihand û diyar kir û ev 50 sal in ew li benda wê rojê ye.
Ji hêla din ve nûnerê Mekteba Siyasî yê YNK´ê Mele Bextiyar jî di konferansê de gotarek pêşkêş kir. Bextiyar bal kişand ser pirsgirên navxweyî û diyar kir ku serxwebûn mafê kurdan e. Ew her wiha li ser kelemeke psîkolijî axivî: “Di serê herkesî de cudaxwaziya kurdan wekî ku tişteke xirab be hatiye bicihkirin û divê ev dîwarê psîkolojî were herifadin“. Nûnerê YNK´ê wiha dewam kir: “Her fersenda derkevê pêş, divê em biryara xwe ya ji bo çarenûsî û serxwebûnê bi diyaloga dewletên din re bidin. Ji bo vê yekê jî divê em pirsgirêkên xwe yên nav malê çareser bikin û bibin yek. Divê em parlemanê bikin xizmetê û sîstema hikumraniyê bi parlamanê bi rê ve bibin. Pirsgirêkên hikumetê safî bikin û wê ji bo stratejiya ber bi serxwebûnê ve amade bikin“.
Serokê ENKSê Îbrahîm Biro jî gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de rexneyên tûj li PYDê kirin: “PYD´ê ne ji aliyê leşkerî û ne jî ji aliyê siyasî ve li Sûrî heta roja îro xizmeta kurdayetiyê nekiriye“.


