Mêrsîn
Li dijî avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan êrîşên hemwext pêk hatin. Di êrîşan de avahiyên HDP'ê dibin hedef û camên avahiyan tên şikandin. Di operasyonên hemwet ên li dijî endam û rêveberên HDP'ê de bi sedan kes hatin binçavkirin û Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu jî hat binçavkirin. Piştî Hevşaredar Mutlu hat binçavkirin kayyûm tayînî Şaredariya Akedîzê kirin. Qeymeqamê Akdenîzê Hamdi Bilge wekî kayyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Der û dorên avahiya şaredariyê hatin dorpêçkirin.
Hat zanîn ku bang li Cîgirê Şaredarê Akdenîzê Bedrettin Gundeş kirine û agahiya tayinkirina qeyûmê dane wî.


