Diyarname
2’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Amed bi diruşmeya “Sînemaya Bêsînor” di navbera 22-25’ê mehê de li dar dikeve. Ji ber hikumeta dewleta Tirkiyeyê bi kayyumê dest danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê mîhrîcan bêyî piştgiriya kayyumê bi awayekî serbixwe li dar dikeve.
Amadekarên mîhrîcanê bi daxuyaniyek rewşa heyî û lidarxistina mîhrîcanê ragihand. Vaye daxuyaniya amadekarên mîhrîcanê: “Îro roj ev axa ku em li ser dijîn, di bin nîrên pêkûtî, qirkirinên siyasî, qedexekirin û dagirkeriyê de ye. Di nava van şert û mercan de peywîra hunerê û hunermendan ne ewe ku xwe paşve vegerînin û bêdeng bimînin; berovajî vê yekê ji bo rastiya vî zemanî were fêhmkirin û vegotin pêwîste huner û hunermend dengê xwe bi berz bilind bikin û bêdeng nemînin.
Me difikirî ku em îsal mihrîcana xwe di navbera 4-13 ê meha Mijdarê de pêkbînin, lê bele li hember vîna gel bertek hate nîşandan û Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Ya Amedê hatin girtin û di şûna wan de kayyım hatin peywîrdarkirin. Ji ber vê sedemê 2’yemîn Mihrîcana Fîlman A Amed di dîroka ku me fikirî bû de pêk nehat. Lê dîsa jî mihrîcana ku perçeyek nasname û têkoşîna vî bajarî bû diviyabû pêk were. Ji bo pêk were hincetên wê yên eşkere jî li holê ne. Em, di bin van zext û zordariyan de berpirsyariya dîrokî ku niha li ser milê me wek barek giran disekine dixwazin bi cî bînin û mihrîcana xwe li gel van şert û mercên zahmet bi hêza gelê xwe û bi alîkariya rêxistin û komaleyên demokratik dixwazin pêk bînin. Ji bo vê yekê em amadekariyên xwe dikin.
Huner di xwezaya xwe de xwedî hêzek muhalîf ango dijber e. Di nav hemû şert û mercan de li hember zilm, tundî û zordariyê ye. Ji bo maf, dad, azadî, wekhevî, jin, zarok, penaber, koçeber û xizanan, bi kurtasî ji bo qad û jiyanek azad her wiha ji bo mirov bi dildarî, bi aqilek pak, wijdan û rûmeta xwe xebatek bimeşîne tu hêz nikare li hember mirov bibe asteng û mohr li ramanên me bixe. Di vî wextî ku em pêdivî bi nêrînên nû, xwemal û afirîner dibînin de, em dixwazin fîlmê ku heqîqetê vedibêjin derxin pêşberî gelê xwe da ku heqîqet were zanîn.
Em ji bo Mihrîcana Fîlman A Amed, li dostên xwe yên sînemager û ekîbên festîvalên din bangewaziya hevkariyê dikin. Werin hûn jî di navbera 22-25 ê Berfanbarê de li welat û bajarên ku hûn lê dijîn û xebat dimeşînin hêz bidin 2’yemîn Mihrîcana Fîlman A Amed. Li van bajaran bi nîşandana fîlman hêz û bawerî bidin mihrîcana me.
Ji bo vê yekê, bi dirûşmeya “Sînemaya Bêsînor” tenê ne li Amedê, li hemû qad û bajarên ku baweriya hunera şoreşgerî heye em fîlman nîşan bidin. Li bajarê ku em ê lê mihrîcana xwe pêk bînin gelek sazî, rêxistin û komale deriyên salonên xwe ji bo mihrîcana me vekirin û alîkarî dan me. Em ê di van rojên giran de vê helwesta wan qet ji bîr nekin. Ji lewre jî em spasdariyên xwe pêşkeşî wan dikin.”
Di çarçoveya mîhrîcanê de gelek fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm dê bêne nîşandayîn. Her wiha di çarçoveya mîhrîcanê de dê gotûbêj jî li dar bikevin.
Fîlm û çalakî dê li salonên Komele û Cemxaneya Pîr Sultan Abdal, Şaxa 1'emîn Egîtîm-Senê û Odeya TMMOB ya Mîmaran an Şaxa Amedê li dar bikevin. Di nav bernameyê de ji belgefîlman "Bihuşta Min" (Ekrem Heydo), "Kurdistan Kurdistan" (Bulent Gunduz), "Kavar" (Murat Bayramgolu), "Baglar" (Berke Baş, Melis Birder), ji fîlmên metrajdirêj "Bîranînên Hespê Reş" (Shahram Alidi), "Toz Bezi" (Ahu Ozturk), "Babamin Kanatlari" (Kivanç Sezer) jî di nav de gelek fîlm hene.
Ji bo agahiyên zêdetir:
Facebook :https://www.facebook.com/amedfilmfest
Twitter: https://twitter.com/amedff
Têbiniya Diyarnameyê: Du roj berî destpêkirina mîhrîcanê, 20'ê mehê emê bernameya mîhrîcanê bi temamî biweşînin


