Diyarname
Hemû mebûsên DTP'ê li navenda partiya xwe hatin cem hev û wekîlên serokê koma xwe ya meclisê diyar kirin.
Li meclisê du salan carekê Serokê Meclisê, amîrên meclisê nû dibin û partiyên ku li meclisê koma wan heye jî di vê serdemê de cîgirên serokên koma xwe yan nû dikin, yan ji nû ve yên heyî eşkere dikin.
DTP ku ew jî li meclisê koma wê heye li ser vê civîneke li dar xist.
Hemû mebûsên DTP'ê li Navenda Giştî ya DTP'ê li hev civiyan û hilbijartineke pêk anîn. Li ser navê DTP'ê ji bo Amîriya Îdarî ya Meclisê mebûsên DTP'ê careke din Sirri Sakik hilbijartin û peywir dan wî.
Ji bo Wekîliya Serokê Koma Meclisê ya DTP'ê jî Selahattin Demirtaş careke din hat peywirdarkirin, lê ji dêvla Fatma Kurtulan vê carê mebûsa Amedê Gultan Kişanak ji bo wekîlî hate hilbijartin.
Ev du sal in Demirtaş û Kurtalan wekîliya serokê koma meclisê ya DTP'ê dikir.


