Diyarname
Weşanên J&J di 22’yê avrêla 2011’an de li Amedê dest bi weşana xwe kir. Weşanxaneyê di destpêka avakirinê de wisa gotibû: “Em ê ji jêderên rastiyên parzûnkirî bi rê bikevin û em ê dakevin jêwerên qada jibîrvekirinê. Em ê nehêlin ku jibîrvekirin li ber bîra mirovahiya me, kurdewariya me, zîndeweriya me bikeve... Em ji bo vê hene...”
J&J ku ji aliyê Azad Zal e hat avakirin, got ku dê di warên wêje, ferhengzanî, lêkolîn û zargotinê de xebata xwe bike û berhemên ji van qadan biweşîne. Heta niha bi vî awayî weşana xwe kir. J&J, niha ligel weşandina pirtûkan, xebata Ansîklopediya Kurdî didomîne, her wiha bi navê “Psychology Kurdî” (Çarmehane) kovareke derûnnasiyê bi edîtoriya komeke derûnnasên kurd derdixe. Weşanxane niha dike kovarek ji bo zarokan jî amade bike ku li ser dixebite. Li gor bernameyê di Newroza îsal de bi navê “Zaristan” wê derkeve.
J&J’yê heta niha 150 heb pirtûk weşadine û ji van sedî 80’yê wan bi kurdî ne (hindik jê bi kirmanckî/zazakî, yên din hemû bi kurmancî ne). Ligel van wekî ajans weşanxaneyê hin pirtûk jî ji kes an saziyan re amade kirine û dane çapê.
Niha ji bo 6’emîn salvegera xwe J&J’yê kampanyaya pirtûkên xwe bi erzanî da dest pê kirin. Ji 1’ê reşemiyê heta 22’yê avrêla 2017’an yanê heta salvegera J&J’yê dê kampanya bidome. Ji sedî 25 heta sedî 50 dê daxistin ji buhaya pirtûkan bê kirin ji bo kesên bixwazin bikirin. Ji Bakur, ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê kesên bixwazin dikarin xwe bigihînin weşanxaneyê. Li Tirkiyeyê kirînên bi ser 25 TL, ji derveyî Tirkiyeyê jî kirînên bi ser 100 Euro/Dolarî re heqê şandinê jî bi ser weşanxaneyê ye.
Ji bo têkiliyê:
www.ajansjj.com
Tlf: +90 412 999 12 55,
Gsm: +90 533 436 58 54)
Email: ajansjj@gmail.com,


