Diyarname
Berlinale bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Fîlmên "Beden û rih" (Testrol és lélekrol) xelata herî mezin a Berlinale "Hirça Zêrîn" bi dest xist.
Festîvala Fîlman a Berlînê 'Berlînale' îsal 67'emîn car li dar ket. Berlînale 9'ê mehê dest pê kir. Di festîvalê de ji 72 welatan 399 fîlm hatin nîşandayîn. 18 fîlm ji bo xelatên "Hirça Zêrîn" û "Hirça Zîvîn" ketin pêşbaziyê. Di dawiyê de yên serketî diyar bûn. Merasima xelatdayîna festîvalê li sînemaya Berlinale Palas li dar ket. Juriya di bin serokatiya derhênerê hollandî Paul Verhoeven de fîlmê derhênera macar Ildiko Enyedi ê bi navê "Beden û rih" hêjayî Xelata Hirça Zêrîn dît. Di warê Derhênerê Herî Serketî ku xelata "Hirça Zîvîn" didin de jî derhênerê fînlandî Aki Kaurismaeki (bi fîlmê xwe "Toivon tuolla puolen / Navê din ê hêviyê) girt. Şelata Lîstikvanê Herî Serketî Thomas Arslan (Bi rola di fîlmê "Helle Naechte / Şevên Ronahî) girt. Xelata Lîstikvana Herî Serketî jî lîstikvana ji Başûrê Koreyê ya bi navê Kim Min-hee (bi rola di fîlmê derhêner Hong Sangsoo "On the Beach at Night Alone") de girt.
Xelata Mezin a Juriyê jî dan fîlmê "Felicite" yê derhênerê fransiz Alain Gomis.
Vane xelatên di 67'emîn Berlîlane de haten belavkirin.
- Fîlmê Herî Serketî (Hirça Zêrîn): Ildiko Enyedi/“Beden û rih”
- Xelata Mezin a Juriyê: Alain Gomis (bi fîlmê Felicite)
- Derhênerê Herî Serketî: Aki Kaurismaeki (Navê din ê hêviyê)
- Lîstikvana Herî Serketî: Kim Minhee (Bi rola di "On the Beach at Night Alone" de)
- Lîstikvanê Herî Serketî: Georg Friedrich (Bi rola di "Şevên Ronahî)
- Senaryoya Herî Serketî: Sebastian Lelio und Gonzalo Maza (A Fantastic Woman)
- Yekem Fîlmê Herî Serketî: Carla Simon ("Summer 1993")
- Kurtefîlmê Herî Serketî (Hirça Zêrîn): Diogo Costa Amarante (Cidade Pequena)
Bi rola di fîlmê "On The Beach at Night Alone" lîstikvan Kim Minhee xelata Lîstikvana Herî Serketî girt
**
Nûçeyên eleqedar:


