LUQMAN GULDIVÊ
Hin serpêhatî hene ku ne bi serpêhatîbûna xwe lê bi vegotina xwe hêja ne mirov bi wan bizane. Yên din hene ku bi xwe hêja ne mirov bi wan bizane, lê vegotina wan yan kêm, yan biqisûr, yan jî nebaş e; û mirov bivênevê nikare guhê xwe bide wan. Ji ber wê yekê jî hûnandina hunerê gotinê, xweşbêjiya nivîsî û gotî ya li ser mijarekê, hostetiya peyvan çi devkî û çi jî nivîskî ji bo berhemên wêjeyî diyarker e. Çi nezm û çi jî nesr, bêyî hosteyekî ehlê meselê, berhemên hunera vegotinê nikarin xwe bidin hezkirin, guhdarîkirin yan jî xwendin.
Li aliyekî zimanek heye ku pê divê were nivîsîn, berhemên wê yên vegotinê, devkî, dîtbarî û nivîskî divê zêde bin, lewma ev ji bo hebûna wê ferz e; li aliyê din jî em bi wê yekê re rûbirû ne ji bo ku ew berhemên xwe bide xwendin divê bi dest, qelem û fikra hostekarekê/î xuliqîbin. Ev herdu xalên hanê, ya rastî, hev du ji eqarên hev nakin der. Çawa? Mirov dikare nivîsîn, vegotin, gotin, peyivîn û afirandina bi kurmanciyê, kirmanckiyê teşwîq bike. Destê kê qelemê digire, bila binivîse, xwe biceribîne. Helbet ji bo vê jî mirov dikare şîretên maqûlane bike, çawa ku ehlê meselê dibêjin, “têr bixwînin”, “baş guh bidin”, “bişopînin”, “li hawirdora xwe û li xwe baldar bin” û tîştên wisa ka ehlên meseleyê û hostekarên wê çi şîretan dikin, ji xwe dikin, dibêjin û dibilînin. Ya muhim ew e, divê mirov xwe ji teşwîqkirina wê nede alî.
Lê li aliyê din xurtbûna hunera vegotinê ne tenê ji bo hebûna ziman û nasnameyekê lê ji bo xwebûna wê jî muhim û diyarker in. Ango ji bo di destpêkê de afirandin, peydekirina nasnameyê, vegotina li ser wî kevirê hişk ê civakî a xisletên wê civakê dikin civak jî bi vê mimkûn e. Bêyî diskurs û gotarên wêjeyî yên li ser pêkhatina civakî, tu civak nikare xwedî nasnameyeke bi îstîqrar be. Ev diskurs û gotarên hanê, çiqasî xwedî îfadeyên xurt ên wêjeyî bin, civaka wan ew qasî dibe xwedî nasnameyeke bi îstîqrar a ku xwebûna xwe bixwe diyar dike, bi rengê xwe diparêze, bi pêş ve dibe yan jî diguhere. Jixwe ev jî ji bo hebûna civakî yek ji şertên bivênevê ye.
Me Newroza îsal jî li pey xwe hişt û bersiv da tevahiya dijminên hebûna xwe ku em ê bi ser kevin. Ev peyama hanê ya serketinê xwe di mîtolojiyên cihê yên li ser Newrozê de jî bi cih dike. Lê ew fîgurên Kawa, Dehaq, Cemşîd ên ku qismî di vegotina kurdî de jî cihê xwe girtine ku bi nivîsa Firdewsî ya Şahnameyê belav bûne, di vegotina kurdî ya gelêrî de talî ne. Belê, gava ku em berê xwe didin civaka kurd, em dibînin ku gelek rîtuelên eleqedarî qulibîna salê û pîrozkirina sersalê li dewr û bera vê Newrozê hatina hunandin û tevna wan qederê mehekê liv û lebatê dixe nava civakê. Ji adaroka serê salê ya ku bi şikandina sewîlan sala bihurî û zivistana dijwar li pey tê hiştin heta bi Çarşema Sor a ku seyrana dawî ya berî Newrozê ye (li cem Êzîdiyan Çarşema serê Nîsanê ye), ji tirs û hikma rojên zîpa heta bi Çarşema Reş ku seyrana pêşî ya sala nû îfade dike, ev tevna hanê ya rîtuelan bi dadana êgir, derketina ji hundirûyan û çûna seyrangehan bi gewde dibe. Li ber destê me lodek mijar hene, ji wan bêhtir karakter û diyarde hene; lê ma gelo dibe di nava civakekê de ev hemû bêyî vegotina xwe ya wêjeyî û hunerî hebin?
Helbet na! Ji ber wê jî êdî divê ehlê qelemê, ehlê aqil bi hunerên xwe dakevin, berheman biafirînin ku hêja bin, xwe bidin xwendin, gudarîkirin û temaşekirin.
Ango li gundekî gelek kes hene ku dikarin behsa mijarekê bikin, çîrokekê, serpêhatiyekê bibêjin, lê para bêhtir, bi tenê kesek heye ku her kes hez dike guh bide gotina wê/wî, çîroka wê/wî, serhatiya wê/wî. Ha ji meydana nû ya wêjeya kurdî û hunerên vegotina wê re, sînema û şano jî di navê de, ew kes lazim e ku her kes bixwaze guh bidiyê, lê temaşe bike, bixwîne! Êdî meydana kurmanciyê jî û qismî ya kirmanckiyê jî destûrê didin vê. Hostekarên vî zimanî, hûn xwe bidine vî karî, hûnê poşman nebin, em çend aşiqên we hene, bawer bikin em ê we bi pesndana we û qedrgirtina we, xenî bikin. De gidî texsîr nekin, binivîsin, bibêjin, fîlmê vegotina xwe çêkin, şanoya wê li ser dikê nîşanî me bidin. Ev heqê we ye jî û yê me ye jî.
guldive@yahoo.fr
23.03.2017, Yenî Ozgur Polîtîka


