Diyarname
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan berî ji bo 3 rojan here gera li Welatên Kendavê li balafirgehê axivî. Erdogan qala hevdîtina ligel Esad û rewşa Sûriyeyê jî kir.
Erdogan dê here Erebistana Siûdî, Qadar û Mîrektiyan Ereban. Paşê vegere. Li Balafirgeha Stenbolê Erdogan bo çapemenî axivî.
Va ne çend gotinên Erdogan:
- Hedefa me ew e ligel welatên herêmê têkiliyên xwe xurt bikin.
- Rojeva me ya sereke razemeniya hevpar û bazirganî ye.
- Têkiliyên me yên ligel Qatarê bi awayekî mikemel didomin.
- Li ser korîdora genim ligel Rusyayê Wezîrê Me yê Karên Derve diaxive. Ez hêvî dikim zûtir dê mesele hel bibe. Belkî meha gelawêjê de ligel birêz Putin em hev bibînin.
'SÛRIYE DIXWAZE EM JI WIR DERKEVIN, EV NABE'
- Ji bo Sûriyeyê deriyên me ne girtî ne. Derî vekiriye. Di hevdîtinên çar welatan de em dixwazin ev bidomin, lê ji bo hevdîtinan ligel Beşşar Esed deriyên me ne girtî ne. Niha Esed mixabin dixwazin Tirkiye ji bakurê Sûriyeyê vekişe. Tiştek wisa çênabe. Ji ber ku em li wê derê li hemberî terorê têdikoşin.


