Hevpeyvîn: Hemîd Dilbihar
Di pêkhatina demokrasiya civakî de şaredarî cihekî girîng digirin. Ligel ku di rêvebirina kar, xebat û xizmetên bajarekî de şaredarî gelek caran di bin siha Walîtî û saziyên din ên dewletê de dimînin jî, 10 salên dawî nîşan da ku ji bo pêkanîna demokrasiya civakî û xweşikkirina bajar û xizmeta gel şaredarî girîng in. Me berî hilbijartinên şaredariyan, bi namzetê Şaredariya Wanê yê DTP`î Bekîr Kaya re der barê bajarvanî, demokrasiya civakî, rewşa niha ya Wanê û gelek mijarên din de hevpeyvînek kir. Kaya diyar kir ku AKP`ê kurd xapandine û anî ziman ku ew di xizmeta Civata Wanê de ye û dê bi ser nelirêtiyên şaredariya AKP’î de herin û ji bo hemû kesan weke hev xizmetê bikin.
- Hûn bi kîjan armancê bûn namzetê şaredariya Wanê?
Weke hûn dizanin şaredarî weke dibistanên demokrasiyê ne. Mirov li vê derê demokrasiyê bi riya jiyanê hîn dibe. Demokrasiya gel û civatê pêş dikeve. Dîsa jiyana civata wî bajarê jî ji gelek aliyan bi destê şaredariyê ve tê organîzekirin. Têkiliya kes û civakê li ser bingeheke azad pêş dikeve. Baş tê zanîn ku Wanê ji gelek şaredariyan malovanî kiriye. Ji aliyê erdnîgariyê weke bihuşta li ser dinê tê binavkirin. Gelek gel û derdorên cuda li vî bajarê dîrokî jiyane. Diviyabû ku niha ji her alî ve Waneke gelek pêşketî hebûya. Lê belê hûn dizanin va ye pênc sal e şaredariya di destê AKP’ê de ev bajarê ewqas xweşik ji her alî ve hetikandiye. Ev bajarê ewqas xweşik niha hatiye talankirin, bûye weke qesra bavê çend kesan. Bi vî awayî ne demokrasî pêş dikeve, ne civat ne jî xizmet heye. Min jî, weke mirovekî ku li vî bajarî dijî, berpirsyariya vê yekê hîs kir. Bi wezîfedarkirina gelê Wanê, bi wezîfedarkirina partiya me ez jî weke namzetê şaredariyê hatim hilbijartin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, ji bo pêkanîna demokrasiya civatê, ji bo xizmeta gel, ji bo jinûveavakirina bajarê Wanê, ji bo parastin û pêşxistina nirxên mirovahiyê ez niha di xizmeta civata Wanê de me.
- Hilbjartin dê li ser pirsgirêka kurd bandoreke çawa çêke?
Weke hûn dizanin kurd bi salan tune hatin hesibandin. Zimanê wan hat qedxekirin û asîmîlekirin. Çanda wan, nasnameya wan, nirxên wan ên neteweyî, demokratîk û civakî hatin qedexekirin û redkirin. Lê kurdan bi salan li dijî van polîtîkayan têkoşînek meşand. Kurdan di her qonaxa vê têkoşînê de çepereke nû bi dest xist. Yek ji van jî şaredarî ne. Her ku kurd di hilbijartinan de bi ser bikevin û çeperên xwe zêde bikin ev yek dê pêşî li ber çareserkirina pirsgirêka kurdan jî veke. Ji ber vê jî dewlet dixwaze van şaredariyan jî ji destê kurdan bistîne û şûnde jî hemû destkeftiyên kurdan ji wan bistîne. Dewlet îro bi destê AKP’ê dixwaze vê yekê pêk bîne. Bi gavên sextekar û xapînok ên weke TRT 6 dixwaze gelê kurd careke din bixapîne. Bi pareyan, ruşwetan, bi riya olî dixwaze xapandina xwe bidomîne. Di encama vê nêzîkatiyê ji xeynî DTP’ê îro li herêmê dixwazin tenê hebûna AKP’ê bi kurdan bidin qebûlkirin. AKP jî li her derê dibêje ez kurdan temsîl dikim. Lê ev yek ne rast e. Bi vê yekê dixwazin pêşî li ber pêşketina têkoşîna azadiya gelê kurd bigirin. Ew hêzên dixwazin DTP’ê ji holê rakin AKP wezîfedar kirine. Wezîfeya AKP’ê ya sereke jî ew e ku kurdan entegreyî pergala dewletê bike. Kurdên azadîxwaz ji holê rake.
- Hûn rewşa şaredariya Wanê ya ku di destê AKP’ê de çawa dinirxînin?
Berî her tiştî AKP kurd xapandine. Weke ku soz dabû pirsgirêka kurd çareser nekiriye. Berovajî di mijara pirsgirêka kurd de zêdetir dijwar bûye. Ketiye bin fermana artêşê. Dîsa AKP di van pênc salan de tiştekî baş ji bo bajarê Wanê nekiriye. Berovajî şaredarî talan kiriye. Dîzî heta dawiyê pêş ketiye. Ruşwet, xapandina gel, şêlandina şaredariyê bûye kar û barê AKP’ê. Ev yek tev de jî bi belge ne. Şaredariya Wanê di van pênc salan de bûye şîrketa çenda kesan, çend malbatan, çend kom û komikan. Ev kî ne? Gelê Wanê van baş dizane. 140- 150 tirîlyon deyn hiştine, ji gel re xizmetek jî nekirine. Tev de xwarine. Hemû malên şaredariyê firotine hevdu. Şaredariya AKP’ê bûye cihê rantxwiran. Bûye cihê berjewendperestan. Bersiv nade gel. Pêdiviyên gel nayîne cih. Bingeha AKP’ê li ser diziyê, talanê, berjewendiyê ava bûye. Şaredariya AKP’ê ne ya gel e, şîrketa çend kesan e. Weke qesreke hilweşiyayî ji xwe re bi kar tînin. Ji bo taxên Wanê qet xebatek nehatiye kirin. Kar û barên ku kirine xerabkirin e. Cihê ku xerab kirine ava jî nekirine. Li şûna ku xizmeta gel bikin xizmeta şexsan kiriye. Di nava gel de ferq û cudahî kiriye. Şaredarî firotiye. Hemû cihên parkê jî bi îhaleyên sexte firotine alîgirê xwe, ku firotina wan ji aliyê zagonî de jî qedexe ye. Her çiqas desthilatdarî di destê AKP’ê de bû jî gaveke erênê nehatiye avêtin. Vê yekê hemû kes baş dizane. Gelek kesên ku dengên xwe dane AKP’ê îro poşman bûne. Yanê em dikarin bibêjin kul i benda rizgar kirinê ne.
- Hûn dê di rewşeke wiha de çawa şaredariyê bi rê ve bibin?
Em ê beriya her tiştî bi gelê xwe re bin. Em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Pêşiya hemû bêrêtiyan bigirin. Hesabê ji wan dizan bixwazin. Divê baş bê zanîn ku pareyê ji şaredariya Wanê re tê, hatinîya şaredariya Wanê têra kar û barên şaredariya Wanê dike. Di vî warî de qet pirsgirêk dernakevin.
- Serkeftina AKP’ê dê rewşeke çawa derxîne holê?
Serketina AKP’ê di herêmê de ne mimkun e. Lê îhtîmala herî xerab eger AKP di herêmê de bi ser bikeve dê şer gurtir be, xwîn zêdetir birêje, kuştin, girtin û rondikên çavan, birçîtî, bêedaletî, dizî, talan dê zêdetir bibe. Ji ber ku van çend salên ku AKP di serî de ev yek ji hemû demê zêdetir pêşketin.
- Em dibînin ku we û gelê Wanê ji niha de serkeftina xwe îlan kiriye. Ev çi bîr û bawerî ye ku vê yekê bi we dide gotin?
Ji bo ku em şaredariya Wanê bi dest nexin qet tu sedem nîn in. Berovajî gelek sedem hene ku em şaredariyê bi dest bixin. Wan jî li herêmê kelehek e ku gelê me dê bistîne. Baweriya me berî her tiştî bi gelê me tê, bi têkoşîna me tê. Em bawer in ku gelê me dê bi şev roj bixebite û roja bîst û nehê adarê serkeftina xwe bi awayekî fermî jî îlan bike. Jixwe gelek kesên ku di hilbijartina çûyî de dengên xwe dane AKP’ê û hatine xapandin rastî dîtine û poşman bûne. Li şûna xizmetê talan çêbûye. Gelê Wanê piştî êrişên Newrozê rûyê AKP’ê baştir dît. Gel êdî polîtîkaya ‘ya sev ya terk et (ya hez bike ya biterikîne)’ bi awayekî aşkera dît. Dîsa hemû kes baş dizane ku AKP û Erdogan hevkarê komkujiya Filîstînê ye. AKP û hukumeta Îsraîlê şirîkê hev in.
- Ji bo serkeftina ku we ji niha de îlan kiriye divê çi bê kirin?
Divê qet sistahî çênebe. Divê li her derê, bê navber xebat bimeşe. Mal bi mal, kolan bi kolan, şexs bi şexs divê hemû kes xebatan bimeşîne. Divê em biçin her maleke Wanê û xebeteke bi rêk û pêk bimeşînin. Gelek kes hene ji aliyê AKP’ê ve di hilbijartinên din de hatibûn xapandin. Divê em wan îkna bikin. Divê tu kes xebatan sist neke. Heta roja dawiyê jî her tim xebat pêwîst e. Heke em vê yekê bikin em ê 29’ê Adarê serkeftina xwe bi awayekî fermî îlan bikin.
- Dema hûn bûn şaredar hûn dê bi kîjan xebatê dest bi kar bikin?
Bi rastî ev pênc sal e ku şaredarî di destê AKP’ê de ye ji bo Wanê ji her alî ve ev pênc sal bûne salên têkçûnê. Mal li waniyan xera kiriye, şaredariya AKP’ê bajarê Wanê talan û wêran kiriye. Lê em ji xwe bawer in, em ji bo jinûveavakirina Wanê tên. Bîr û baweriya me, hêz û quweta me, qadroyên me têra vê yekê dikin. Di vî warî de em piştrast in. Me ji niha de fîzîbîlîteya Wanê derxistiy, me rewşa Wanê ji her alî ve tesbît kiriye. Li kîjan taxê pêwîstiya gel bi çi heye, pêwîstiyên gel ên sereke çi ne, me ev diyar kirine. Em ê li gor van tesbîtan xebatên xwe bimeşînin. Em ê di ser nelirêtiyên AKP’ê de biçin, li ser navê gelê xwe hisabê ji wan bipirsin. Em ê ji bo hemû kesan weke hev xizmetê bikin. Dîsa ji hawirnasî bigirin heta çandî, ji aborî bigirin heta turîzm û hunerê, ji parastina dîroka bajêr bigirin heta jiyana civakî û tenduristiyê gelek projeyên me amade ne. Em ê di nava demê de, li gor pêwîstiyên gel merhele bi merhele pêk bînin. Em ê bi feqîriyê re bitêkoşin. Em ê çanda parsektiyê bi dawî bikin. Lê em ê van tevan jî li gel gelê xwe bikin.
- Hûn dê çawa bi gel re vê yekê bikin?
Em ê li ser bingeheke ‘şaredarî ya gel e, dê gel bi rê ve bibe’ xebatên xwe bimeşînin. Di vê çarçoveyê de em ê şaredariyeke xweser a ku hêz û quweta xwe ji gel digire biafirînin. Ku li ser bingeheke demokratîk, ji her derdorê hemû kes bikaribin xwe beşdar bikin. Weke hûn dizanin meclîsên gel hene. Em ê van meclîsan berfirehtir bikin. Ligel van meclîsan, li gel rêxistinên sivîl û demokratîk em ê şaredariyê bi rê ve bibin. Ji her derdor dê bikaribe di nava xebatên rêvebiriya şaredariyê de cihê xwe bigire. Rêveberiyeke kolektîf dê hebe. Modela şaredariya me jî vê yekê dixwaze. Ango gel çawa şaredariya xwe hilbijêre dê wisa jî rê ve bibe.
- Hûn Waneke çawa xeyal dikin, dê ji bo Waneke çawa bixebitin?
Em Waneke ku her kes bikaribe tê de, di nava aştî û aramiyê de bijî xeyal dikin. Ne tenê xeyal dikin, em ê ji bo vê yekê bixebitin. Em bi afirandina Waneke wiha heta dawiyê bawer in. Waneke ku pirsgirêkên xwe çareser kiriye, li gor dîrok û xweşikbûna erdnîgariya xwe hemû kesê hembêz bike. Waneke ku tîrojkên rojê qet tu car lê kêm nebin.
- Bang û gaziyeke we ji bo gelê Wanê heye?
Divê gelê me baş bizane ku ev hilbijartin hilbijartineke di navbera şer û aştiyê de ye. Hilbijartineke di navbera azadî û bindestiyê de ye. Gelê kurd jî bêguman dê tercîha xwe ji bo aştiyeke birûmet bike. Tercîha xwe dê ji bo azadiya xwe, xwedîlêderketina rûmeta xwe bike. Ji bo vê jî em bawer in hemû derdorên kurd dê şev û roj, bi ruha seferberî, bi ruha yekîtî û bi rêxistin, di nava disiplîn û cidiyeteke mezin de bixebitin. Ji ciwanan bigirin heta jinan, ji melayên kurd bigirin heta xwendekaran ji esnafan bigirin heta karkeran, bi kurtahî ji heft salî bigirin heta heftê salî hemû kurd dê heta roja hilbijartinê bêwest û rawest, bê navber xebatên xwe di asta herî bilind de bimeşînin. Em careke din dibêjin me ji bo serkeftinê soz daye, divê em soza xwe binîn cih. Ev yek jî bi xebatê, bi rêxistinbûyînê, bi têkoşînê çêdibe.
Bekîr Kaya kî ye?
Di sala 1977’an de hat dinê. Zanîngeh-a Dîcleyê beşa Hiqûqê qedand. Di HADEP’ê de di nav ciwanan de xebata xwe meşandin. Dinava xebatên rojnameya Azadiya Welat de cihê xwe girt. Di avakirina Partiya Civaka Azad
de (Ozgur Toplum Partisi) pêşengî kir. Dîsa di avakirina Partiya Demokrasî û Aştiyê de
(DBP) pêşengî kir. Li bajarê Wanê parêzerî kir. Paşê li Asrin Hukuk Burosuyê, weke parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan parêzerî kir. Piştî ku çûna wî ya Îmraliyê ji aliyê dewletê ve hate qedexekirin careke din vegeriya Wanê. Di rêveberiya baroya Wanê de weke cîgirê serokê baroyê cih digire. Bekîr Kaya, ku bi ciwantî û duristiya xwe tê nasîn ji aliyê Waniyan ve bi coş û heyecaneke serkeftinê hate pêşwazîkirin. Gelê Wanê ji niha de, di pêşengîtiya Bekîr Kaya de li dijî şaredariya AKP’ê ya ku bajarê Wanê şelandiye û talan kiriye, serkeftina xwe îlan kiriye. Bi xebateke şev û roj jî niha li hêviya 29’ê Adarê vê serkeftinê fermî bikin.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin (01.02.2009)


