Diyarname
Weqfa Mezopotamyayê ku dixwaze zanîngehek ku bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bide veke 1'emîn Civîna xwe ya Asan a Lijneya Avakaran li dar xist.
Weqfa Perwerdehî, Zanist, Huner, Tenduristî û Çandê ya Mezopotamyayê demek berê hatibû avakirin. Roja 23'yê mehê 1'emîn Civîna Asan a Lijneya Avakaran a Weqfa Mezopotamyayê li Şanogeha Bajarê Mezin a Amedê li dar ket.
Piştî diyarkirina rojevê dîwar hat hilbijartin. Dîwana ku ji Şaredar Baydemîr, Seda Yurtdaş, Onder Atli û Ronahî Onen pêk hat civîn bi rê ve bir.
Di civîna ku Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak jî beşdar bû de pêşî Şaredarê BAjarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr axivî. Baydemîr got ku di pêşketina civakê de rola dibistanan heye û wiha dom kir: "Lê li welatê me dibistan bûne cihê asîmîlasyonê. Me ji Şêx Seîdan, ji Mazlum Doganan heta niha bi şikleke dijwar têkoşîn da û em niha bi zimanê xwe, bi navê xwe civînan li dar dixin. Gere kurdî bibe zimamê zanistê. Bi zanîngeha ku bê avakirin dê ev yek mimkûn be."
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak jî axivî û got: "Yekem toxim li vê erdînagarî hatiye çandin, mirovahî li ser vê axê hemdemîbûn nas kir, robotê yekemîn li vir aht çêkirin, lê nehiştin em xwe bigihînin van nirxan. Em di asta belengaz de hatine hiştin. Ji ber vê yekê ez bawerim dikim dê ev zanîngeh me bi vê dîrokê re bîne ba hev."
Kişanak got ku bi salan avakirina zanîngehê di rojeva wan de bûye, îro ew kêfxweş e ku nîqaşeke wisa tê kirin. Her wiha Kişanak diyar kir ku tevgera kurd di destpêkê de tevgereke redkirinê bû niha hatiye wê astê ku êdî tevgereke avakirinê ye.
Di dawiya civînê de heyeta mutevellî a zanîngehê ku ji 25 kesan pêk tê hat hilbijartin. Di heyeta hat hilbijartin de van kesan cih girt: Mehmet Kaya, Helin Oter, Mahmut Togrul, Sedat Yurttaş, Sema Kilinçer, Selçuk Mizrakli, Davut Okutçu, Osman Baydemir, Zana Farqînî, Emrah Azizoglu, Ozlem Anli, Mahmut İlhan, Yurdusev Ozsokmenler, Kadri Yildirim, Ahmet Yildirim, Nazim Ekinci, Yigit Ekmekçi, Mehmet Dursun, Rohanî Onen, Emine Filiz Bedirhanoglu, Mehmet Ayhan, Oktay Ay, Ramazan Daniş, Necmettin Pirinççoglu.


