Diyarname
Roja 28’ê adarê Meclisa Bajêr a Kerkûkê biryar girtibû ku ala Kurdistanê li her derê bajêr legal ala Iraqê bidaliqînin û al daliqandibûn. Piştî vê Parlemena Iraqê dijî daliandina vê alê derketibûn. Lê Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand ku dê ala Kurdistanê li Kerkûkê danexin.
Îro rayedarên bilind ên PDK û YNK’ê li ser meseleyê civiyan û ev biyar girtin: “Çawa mafê hikumeta Iraqê heye ala Iraqê li Kerkûkê daliqîne mafê Herêma Kurdistanê jî heye ku ala xwe daliqîne.
Di vê navberê de rayedarên her du partiyan biryar girtin ku ji bo referandûma serxwebûnê li dar bikeve komîsyoneke amadekirinê saz kirin.


