YEKO ARDIL/BERLIN
Di pêşangeha rojnamevan Îhsan Kaçar ku sê rojan li Berlînê berdewam kir de 1212 tabloyên jinan hatine tomarkirin. Jinên ji welatên şer lê çêbûyî yên mîna Kurdistan, Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye û hwd. Li gel tabloyan nivîsarên derbarê şer û jinan de jî ji aliyê nivîskar û rojnamevanên wekî Yaşar Kemal, Mehmed Alî Bîrand, Alî Nesîn û Şehmûs dîken ve hatine nivîsandin. Projeya ku li ser sê lingan hatiye sazkirin wê bi belgefîlmekî ve berdewam bike.
Pêşengeha bi navê Jinên Şer a rojnamevan Îhsan Kaçar sê roj li paytexta Almanya Berlînê li Sonnen Alle 28 Ecke Reuter Str. ji înê heta yekşemê hate nîşandan. Di pêşangeha ku li gel Kurdan ji aliyê Tirk û Almanan ve jî gelek bi baldarî hate şopandin de Kaçar ji welatên ku bûne qada şer wêneyên jinan kiriye armanca objektîfa xwe, herwisa projeyeke piralî derxistiye holê. Di nav vê projeyê de wêne, nivîsar û dokumanter fîlm hene. Xebata Îhsan Kaçar du sal berê dest pê kiriye, heta niha li 5 welatan hatiye nîşandan û wê di serî de li Bosna Hersek wisa jî li gelek welatên şer lê çêbûyî berdewam bike.
Di vekirina pêşangehê de rojnamevan Îhsan Kaçar derbarê projeya xwe de agahî da û li gel pirs û bersivan gotûbêj jî hatine lidarxistin. Herwiha Kaçar derbarê projeya xwe de ji rojnameya me re wiha axivî:
Jinên Şer
Ev projeya jinên şer di sala 2012’an de dest pê kir. Di dema karê min ê nûçegihaniya şer de tim li Rojhilata Navîn bûm. Di nav şerê çêbûyî de dijwariya herî mezin jin û zarokan dîtibû. Bi taybetî jinan serboriyên xwe yên sosret ji malbatên xwe jî negotibûn. Gava me ev rastî dît, me got, divêt em li ser vê babatê bisekinin. Çi hatiye serê van jinan? Kur û keçên wan çûne serê çiyan, ketine heps û zindanan, ew jî li pey wan çûne, êş, êşkence û tecawizên pir giran bi serê wan de hatine. Me komek ava kir. Di nav me de psîkolog û sosyolog jî hene. Destpêkê me weke pêşangeh hizir kir, lê dû re me dît ku ev têrî nake. Divabû ji dîrokê re belgeyek bimîne, divabû siba zarok û neviyên van jinan jî bizanin ka çi hatiye serê wan. Divabû mirovahî jî bi van dîmen û çîrokan re rû bi rû bibe. Wisa jî me serî li saziyên jinan da, wan jî gelek alîkariya me kirin.”
Ne yek pir çîrok derketin holê
Kaçar destnîşan kir ku ji texmînên wan zêdetir bi çîrok û serpêhatiyan re rû bi rû mane û têkildarî mijarê wiha dom kir: “Gava em çûn cem jinan me dît ku serpêhatiyên gelek jinan ne yek sisê, çar heta bêtirin jî . Van jinan çî dîtine û kişandine. Serboriyên xwe di dilên xwe de veşartine, gava vedigotin rehet dibûn. Gava mêrên wan jî pê dihesiyan, digotin; te çima heta niha ji min re negotiye? Bi erênî pêşwazî dikirin. Proje li çar parçeyên Kurdistanê û wisa jî welatên wek Îran, Iraq û Sûriyeyê hatiye nîşandan. Herwisa dîtinên rewşenbîran û belgefîlm di nav çarçoveya projeyê de ye û wisa emê pirtûkekê jî çap bikin. Hejmara 1212 wêne ango tabloyan tiştekê îfade nake. Me hinde wêne tomar kirin. Hêj berdewam e, belkî zêde jî bibin. Li pêşiya me Bosna Hersek heye ku li wir jî jinan gelek cefa kişandin û tecawizên dijwar derketin holê. Dû re emê ber bi jinên Filîstînî, Îsraîl û Afganîstanê ve berdewam bikin. Me proje berfireh girtiye dest, lê di navenda wê de jinên Kurd hene.”
Çima bi tenê jin
Li ser pirsa çima bi tenê jin ma mêran jî êşkence û tecawiz nedîtin jî rojnamevan Kaçar wiha axivî: “Bêguman mêr jî gelek dijwarî dîtine, lê di rastiyê de şer berhemeke mêraniyê ye. Mêr şer dike û dikare xwe jî biparêze. Projeya me li ser jinên şer e, ne jinên şervan. Jina şervan babeteke din e. Jinên ku kur, keç û neviyên wan çûne şer û piştre jî ew dibine armanca êşkenceyên bipergal; pêşî zarokên wan dibin, paşê tên jinê dibin, tazî dikin û dibêjin tu yê biaxivî, her cûre rêbazên êşkenceyê bikartînin ku tecawiz jî di nav de ye. Gelek ji wan digotin: Xwezî em sed car mirî bûna, ne me ew serpêhatî dîtibana!‘ Nikarin li çavên zarokên xwe binêrin. Jin bê parastin in, bêdesthilat in û di qewimîna şer de bêguneh in me wisa serpêhatiyên wan esas girtin.”
Peywendî gelek baş e
Rojnamevan Kaçar destnîşan dike ku beşa yekem a projeyê ji bo akademîsyenan e û xabatên vê beşê wiha binav dike: “Ji bo wê zanîngeh armanca me ne û me li gelek cihan jî da nîşan. Me pêşangeh vekirin, gelek jî panel lidarxistin, wisa jî li Bielefeldê gelek bi germahî hate pêşwazîkirin. Ev dê bibe dokûmantereke dîrokî û çavkaniyeke girîng.”
Kaçar ku armanceke vê xebatê jî mîna, “em dixwazin van çîrokan bi wijdana kesên biwijdan re rûbirû bikin. Divêt herkesê ku li van tabloyan binêrin misoger lêborînê bixwazin” binav dike derbarê hestên hin nivîskaran ên derbarê vê xabatê de jî wiha axifî: “Gelek ji wan nivîskaran gotin; me şerm kir. Ev jî afirandina wijdanekê ye. Di serî de Mehmed Alî Bîrand wisa jî tevahiya nivîskaran germahiyeke pir mezin dan nîşan. Em spasiya wan dikin. Bê ku em wêne bişînin bi agahiya projeyê re ji me re nivîsandin. Heta niha li Kurdistanê li Amedê me pêşkêş kiriye.”
‘Xwedê tu belayê bidî şerxwazan’
Têkildarî hevdîtinên ji bo aştiyê li Tirkiyeyê tê meşandin jî Kaçar wiha nerînên xwe parve kirin: “Ez bi xwe hikûmetê jidil nabînim. Di serî de birêz Ocalan û aliyê Kurd samîmî ne, aştîxwaz in. Aliyê dewletê û hikûmetê vê jidilbûnê nadin nîşan.Tu şer dikî, welatê Kurdan wêran dikî, li gel vê zilm û zordariyê jî aliyê Kurd dibêje em aştiyê dixwazin. Hin jinên Tirk dibêjin: Kurekî min hate kuştin, ezê yê din jî bişînim, ev di encama siyaseta wan de çêbûye. Divê ev nêrîna civakê bê guherandin ku ev jî di destê dewletê de ye. Şerekî bêetîk û bêwijdan hatiye kirin. Dayikeke Kurd ku du zarokên wê li serê çiyan in û yek jî li leşkeriyê hatiye kuştin, li ser limêjê bû gava ez çûm min wêneyê wê kişand destên xwe vekirin û qîr kir: Xwedê tu belayê xwe bidî şerxwazan… Xwedê tu yên aştî naxwazin bi ceza bikî!’ Gotina min a dawî jî gotina wê dayîkê ye. Ne pêwist e mirov peyvek jî lê zêde bike. “
Ji Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin


