logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  3. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Derewa 'Kurdan got Erê'

Piştî referandûmê dengên kurdan bû derdê her kesî. Navên nêzî partiya desthilatdariyê meyl kirin ku bi propagandaya xwe

  • Dîrok: 22/04/2017
  • Beş: Serbest

Asli Aydintaşbaş

Piştî referandûmê dengên kurdan bû derdê her kesî. Navên nêzî partiya desthilatdariyê meyl kirin ku bi propagandaya xwe bawer bikin, di televîzyonan de wisa diaxivin ku wekî ku li Rojhilat û Başûrêrojhilat di warê dengên Erê de geşbûnek mezin çêbûye. Lê li Rojavayê Tirkiyeyê bi qasî ku em nikaribin xeyal bikin li wir zordarî  ûçewsandin hebû, dest û lingên HDP'ê hatibûn girêdan, ligel vê yekê jî kurdan di vê hilbijartinê de got "Na". Bila ev yek wisa bê fêmkirin!

Helbet ez tenê bi ser alîgirên desthilatdariyê de hêrs nabim. Ligel van komek ji yên dengên Na dane jî wisa dikin ku ez dîn bibim. Bi pozbilindiya Tirkên Spî diaxivin, yên ku gotina peyvên "Kurdan firot" bikar tînin jî hene. Ev çi dînîtiye. Çawa li Îzmîrê dema sedî 68 dengê Na derdikeve dibêjin "Bijîîîî!" dema li Amedê dengê sedî 68 Na derdikeve dibêjin "tûûû!".

Yaw hûn dîn bûne? Di vê referandûmê de şika hîleyê ya herî mezin li Rojhilat û Başûrêrojhilat çêbû. Hûn li delîlan digerin? Ferqa di navbera dengên li bajêr û li gundan binêrin. Li navendên bajêr HDP'ê hema hema dengên xwe parastine, li gundan, li cihên biçûk ku her saniye xofa axa û hêzên ewlehiyê tê hîskirin dengên Erê bilind bûne.

Mînak li taxên Şirnexê ku ji Google Earth jî tê dîtin di dema operasyonên di navbera hêzên ewlehiyê û PKK'ê de vala bûne de dengên Erê, yên AKP'ê derketine du qatî. Gelo ev yek bi mantiq e? Dest ji siyasetê jî berdin, ev yek ne li gor refleksa xwezaya mirovan e?

Tiştek din berî ku mirov bibêje "Kurdan berê xwe da AKP'ê" mirov hinek lêkolînê nake? Dema mala kurdan bi ser wan de hat xirakirin, dema bi mîlyonan hatin koçberkirin, dema wekîlên HDP'ê hatin girtin, dema muşahidên sindoqên HDP'ê hatin dûrxistin çapemeniya mezin li holê nîn bû, paşê radibe dibêje "Kurdan em firotin!"

Ez vê yekê wekî eybek dibînim (Li vir ez rojnameya Cumhuriyetê cuda dibînin. Ji dema ku Yaşar Kemal li Nadir Nadî geriya û ragihand ku li Wanê xirakirina Axdamarê hat rawestandin heta niha li ser binpêkirina mafên mirovan bi hestiyar bû. Nifşê me di dema herî zor de ji nivîsên Celal Başlangiç hînê pirsgirêka kurd bû.)

Pir hindik ez bi Rihayê dizanim. Bi salan e pirsgirêka "dengên blok" heye. Li hin herêman eşîr ji bo hemû gundî deng dide. Dîsa jî li Rihayê di warê Erê de bilindbûnek heye. Min meraq kir ez li Mebûsê Rihayê yê HDP'ê Îbrahîm Ayhan geriyam ku ew herêmê baş dizane, bi salan serokatiya rêxistina bajêr kiriye. Bi gotina "klasîkên ku di her hilbijartinê de çêdibû, yanê bi awayekî vekirî bikaranîna dengan, dengên blok, dubare dengdayîn vê carê bi awayekî eşkere hatin kirin" dest pê kir û wiha dom kir: "Me nikarî hinek xebatê jî bikin. Di Rihaya mezin de ez bi mînîbusek biçûk geriyam. Gelek HDP'yî di bin çavan de ne. Her derê ku ji bo hilbijartinê em çûn panzer li wir bûn. Gel ditirsiya biaxive jî. Ligel vê yekê me dengên xwe parastin. Lê me nekarî herin gundan. Têkiliya me ya ligel gundan qut kirin. Atmosferek seferberî hebû. Walî, qeymeqam ketibûn nava hewldanan. Li gundên biçûk tehdîdên wisa bi bandor dibin. Bi awayekî mafdar gel ditirse."

Baş e, lê muşahidên HDP'ê nîn bûn? "Li gundan muşahidên me nexistin avahiyan."

Yên ku li ser dengên kurdan diaxivin bi taybetî ez dixwazim vê beşê bixwînin:

"Mînak roja hilbijartinê ez li Pirsûsê bûm. 20-30 kes ketine dû mebûsê AKP'ê û li her sindoqê dengan didin. Û hemû navçe vê yekê dizane. Dibistana ku ez çûmê nîvro 100 zerfên bê mohr hatin. 355 hilbijêr lê hene, 405 deng derketin. Di tûtanakê (belgeyê) de 240 îmze hene. Li hin deran îmze hemû wekî hev in. Di gelek sindoqan de rewş wisa bû."

Ligel van yekan hemûyan li Rojhilat dengên AKP'ê di Erê de sedî 10 bilind bûne. Ev ne reqemek li temamê Tirkiyeyê encamê biguherîne.

Bila kes ranebe fatûreyê li kurdan nebire...

20.04.2017, Cumhuriyet

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

DEM Partî li van 7 bajarên Tirkiyeyê dê berendama nîşan bide

ad

Biden bi awayê fermî berendam e

ad

Sancar: Heta mafên kurdên Rojava neyê qebûlkirin ji bo aştî pêşketin çênabe

ad

“Kuçeya Hunerî” bi kirdkî biwanê

ad

Helbestvan Yilmaz Odabaşi hat berdan

ad

Li Efrînê çavkaniya duyemîn a aboriyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname