Diyarname
Li Dewletên Yekbûyİ yên Amerîkayê (DYA) Partiya Demokrak bi awayekî online koncivîn li dar xist û têde Joe Biden bi awayekî fermî qebûl kirin ku li ser navê wan bibe Berendamê Serokdewletiya DYA'yê.
Hilbijartina ji bo 59'emîn Serokdewletiya DYA'yê roja 3'yê sermaweza 2020'an de dê lidar bikeve. Di koncivîna Partiya Demokrat ku 4 rojan dom kir de Biden wekî berendam nîşandan.
Bidenê ku bû berendam ji bo got ku ji bo têkbirina Donal Trump ligel hemû demokratan ewê bi hemû hêza xwe bixebite.
Bidenê 77 salî wisa got: "Serokê niha gelek hêrs û parçekirin anî nava welat. Ji bo ez welat ji vê tarîtiyê derxim ezê rêberî bikim."
Biden eşkere kiribû ku dê Kamala Harris bike cîgira xwe û navê wê ragihandibû. Harris jî çend roj berê daxuyand ku wê ev yek qebûl kiriye.
Li eniya Partiya Komarparêzan jî li bendê ne ku roja 27'ê vê mehê berendamtiya Trump eşkere bikin.


