Diyarname
Di hilbijartina 29'ê Adara 2009'an de mebûs û berendamê AKP'ê Kutbettin Arzu gotibû, "Emê Girtîgeha Amedê bikin 'Muzeya Demokrasî û Mafên Mirovan'" lê niha wezîrê AKP'ê tişteke din dibêje.
Wezîrê Karên Gund û Çandiniyê Mehdî Eker got "Dê Girtîgeha Amedê xira bikin û di cihê wê de dibistan û tesîsên sporê çêbikin" lê di hilbijartina herêmî ya 29'ê Adara 2009'an de mebûsê Ak Partî û berendamê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Kutbettin Arzu ji bo serketina di hilbjartinê de tiştinên din gotibûn.
Arzu di 18'ê adara 2009'an de di hevpeyvîna bi rojnameya Yeni Şafakê re ku Yaşar Yavuz pêre kiribû de gotibû ku ewê Amedê bikin navenda cazîbeyê û li ser Girtîgeha Amedê jî wisa gotibû. "Emê Girtîgeha Amedê bikin 'Muzeya Demokrasî û Mafên Mirovan'."
Niha nîqaşa li ser Girtîgeha Amedê didome. Kurd dixwazin ku ew der bê valakirin û bibe muze.
**
Nûçeyên eleqedar:


