Diyarname
Hejmara nû ya kovara Zendê derket. Zendê di vê hejmarê de li ser "Muzîka kurdan a kevneşopî" dosyayeke berfireh amade kiriye.
Zend bi hejmara xwe ya bihar-havîn a 2008'an derket pêşberî xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de li ser muzîka kurdan a kevneşopî dosyayeke hatiye amadekirin, di dosyayê de li ser dîroka muzîka kurdî, hevbandoriya vê ya bi gelên din ên cînar re, navên stranan, meqam, amûr û rîtmên muzîka kurdî, di muzîka kurdî çanda devkî, muzîka kurdî ya devkî û dengbêjan hatiye sekinîn. Her wiha li ser stran, lawje, heyranok, payîzok, destan, dîlok, lorîk û stranan yek bi yek hatiye sekinîn, ew hatine şirovekirin. Nivîsa bi sernavê "Li muzîka kurdan a kevneşopî nêrîneke giştî" ji hêla Nezan Newzat Çelebî, Vedat Yildirim, Aytekîn G. Ataş ve, nivîsa bi sernavê "Navên stranan, meqam, amûr û rîtmên di muzîka kurdî de" ji hêla Zana Farqînî ve hatiye amadekirin.
Yek ji nivîsên balkêş a di kovarê de nivîsa Serdar Rûşen a bi navê "Li ser têkiliya modernîzm, kolonyalîzm û perwerdehiyê" ye. Rûşen nivîsa xwe li ser fikrên di pirtûka Alî Mazrûî a bi navê "Sömürgecilik ve Eğitim" (Kolonyalîzm û Perwerdehî) pêk aniye û balê dikişîne ser lîteratura cîhanî ya di vê mijarê de. Her wisa Serdar Rûşen di nivîsa xwe de serî li dîtinên Frantz Fanon û Alî Şerîatî yên di vê babetê de dixe û dibêje, "divê em lîteratura kolonyalîzm, modernîzm û perwerdehiyê zêdetir teqîb bikin û jê sûdê werbigirin." Rûşen têkildarî mijarê ji Alî Mazrûî vê jêgiranê neqil dike; "Di cemaetên ne kolonî de perwerdehî li gorî pêdiviyên gel, ango cemaetê teşe digire. Lê di civakên kolonî de perwerdehî li gorî lazimiyên kolonyalîst dirûv digire. Bi vî awayî, têkiliya kesên ku di wan dibistanên kolonyalîst de perwerde dibin, têkiliya wan bi îhtîyacên gelên ku ew aîd in re qut dibe." Her wiha Rûşen li ser xalên wekî lîteratura mêtîngeriya kurd, rewşenbîrên kurd kolonyalîzm û perwerdehî, modernîzm li welatên bindest bi kêrî kê tê? disekine û mijarê radixe ber çavan.
Nivîskar Îbrahîm Seydo Aydogan jî mijara "Hin pirsgirêkên wergerê di kurmanciyê de" girtiye dest û wisa dest pê kiriye: "Heke îroj em hemû bi vê fonksiyona wergerê dizanin, hingê divê em dev ji pêşniyarkirina wergerê berdin û bes bibêjin ku 'werger ji bo me baş e' yan jî 'werger pêwîst e', Em ê di vê nivîsa xwe de pirsgirêka wergerê ya kurdan, ji çend hêlen cuda ve binirxînin û hin pêşniyaran bikin."
Aydogan li ser xalên wekî pirsgirêkên wergerê, wergera ji zimanên din, hilbijartina ji zimanek ji bo wergerê, bandor û pêdiviya wergerê, taybetmendiya wergerek baş sekiniye.
Nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv jî di nivîsa xwe ya di Zendê de mijara "Tiştên ku nehatin bîra Heznî Haco" girtiye dest û pirtûka Heznî Haco ya bi navê "Tê bîra min" û pirtûka bi navê "Bêbextî ya Mêvan" (Mukrîme Haco) dane berhev. Yûsiv, bi berfirehî li ser naveroka "Bêbêxtî"yê sekiniye ku vê pirtûkê heta niha zêde bal nekişandiye.
Doç. Dr. Mamoste Qedrî jî nivîseke bi navê "Vekolîneke kurt der barê Yûsuf Ziyaedîn Paşa û xebata wî ya rêzimanî de" pêşkêşî xwendevanên Zendê kiriye.
Zimanzan Samî Tan jî li ser "Yekemîn berhema hînkirina kurdî: Hînkerê Zimanê Kurdî" ku di sala 1921'ê de ji aliyê Hêvî Civata Telebên Kuran ve hatiye çapkirin sekiniye.
Dawud Rêbiwar jî li ser 110 portreyên navdarên kurd ku Nevîn Reşan Gungor amade kiribûn hevpeyvineke bi Gungor û mêrê wê lêkolîner Ayhan Gungor re kiriye.
Her wiha Omer Faruk Yekdeş, Zeynelabidîn Zinar, Besê Aslan, Rohat Alakom, Gulçîçek Gunel Tekîn, Mehmet Bayrak, Huseyîn Siyabend, Fehim Işık, Şefik Beyaz, Çerkezê Reş, Eskerê Boyîk, M. Reşîd Irgat, Samî Berbang jî bi nivîsên xwe di kovarê de cih girtine.
Kovarê berga xwe ya dawî jî bi berga pirtûka Maurizio Garzoni ya bi navê "Ferheng û Rêzimana Kurdî" ku di sala 1787'an de li Romayê hatiye çapkirin xemilandiye.
ferhenga yekem a gramer û ferhenga...
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçeyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçeyên Diyarnameyê qedexe ye.


