Diyarname
Pirtûka nû ya romanûsê navdar Yaşar Kemal bi navê "Binbir Çiçekli Bahçe" (Bexçeyê bi Hezar û Yek Kulîlkan) 18'ê vê mehê derdikeve.
Pirtûka Yaşar Kemal ku bi tirkî ji Weşanên Yapi Kredi derdikeve ji nivîsên wî yên di navbera salên 1961 û 2009'an ve pêk tê. Di pirtûkê de ew balê dikişîne ser xirufîna çand û xwezayê, li ser bingeha van pirsgirêkan disekin û ji bo çareseriyê pêşniyaran dike.
Pirtûk ji sê beşan pêk tê û beşa yekem bi axaftina wî ya di konferansa "Tirkiye li Aştiya Xwe Digere" ya li Enqereyê pêk hat dest pê dike.
Di beşa duyem a bi sernavê "Nasname" de ji Orhan Kemal heta Mehmed Uzun gelek nivîskar û dostê xwe dike mêvanê xwe, Beşa sêyem jî bi navê "Axaftin" gotûbêj têde hene û hevpeyvîna ku Hêlîn Zeynep Miser a neh salî ku bi Yaşar Kemal re kiribû jî heye.
Nivîsa "Binbir Çiçekli Bahçe" navê nivîseke wî ye ku ew nivîs wekî axaftin di gulana 2007'an de li Norwecê di "Konfeasê Bibîranîna Bjornstjerne Bjornson Anma Konferansları" de hatibû kirin.
Gelek nivîsên ku fikir û dîtinên Yaşar Kemal ên dilpolayiya wî nîşan didin, gelek dîtinên ku wî di demên dawî de li ser siyasetê, li ser Tirkiyeyê kirine di pirtûkê de cih digirin.


