Diyarname
Tîma Îngilistanê ya navdar Manchester United, bi kurtenavê xwe MU ku heta niha bi dehan kûpa girtibû, ji Kûpaya Şampiyonên Şampiyonan heta yên nav welat... Lê di muzeya MU de Kûpaya UEFA'yê nîn bû û wan îşev ew jî bi dest xist.
Di fînala Kûpaya UEFA'yê de li Friends Arena ya Stockholma Swêdê tîma Îngilistanê MU û tîma Hollandayê Ajaks hatin hemberî hev. MU favorî bû, lê Ajaks ku xweş heta niha hatibû li dû surprîzê bû. MU bi lîstikvan, teknîk dîrektor û hemû klûba xwe xwedî tecrube bûn; Ajaks ciwan bûn, bi ciwaniya xwe serî hildabûn. Di dawiyê de tecrube bi ser ket.
Her du tîman jî dixwest kûpayê bi dest bixe. Ajaksê dixwest surprîzek bike, helbet ji dil dixwest bibe xwedî Kûpaya UEFA'yê; MU ku di Premier Lîgê de îsal serketin bi dest nexwest, di rîza 6'an de lîg temam kir dixwest bi vê salê temam bike. Û kir jî. Kîjan tîm bi ser bikeve di lîga xwe de di rêza çendan de lîg temam bikira jî sala bê raste rast dê biçûya nav Lîga Şampiyonan. Û MU ev yek bi dest xist. Ji Îngilistanê 4 tîm diçin Lîga Şampiyonan, MU ne di rêza çaran debû, lê bi vê yekê sala bê dê 5 tîmên îngilîz herin Lîga Şampiyonan.
Teknîk Dîrektorê MU'yê Jose Mourinho ku di deftere dîroka wî de jî gelek kûpa hene, kûpaya UEFA'yê jî hebû. Di sala 2003'yan de dema ew teknîk dîrektorê Portoyê bû Kûpaya UEFA'yê bi dest xistibû û vê kûpayê rê li ber vekiribû; êdî navê wî jî di nav teknîk dîrektorên mezin de hatibû bi cih kirin. Paşê bi vê serketinê Mourinho çûbû Real Madrîd û li wir jî serketin bi ser serketinan de bi dest xistibû. Niha Mourinho her çiqas îsal lîg baş derbas nekir jî dixwaze li Îngilistanê jî destanan binivîse.
Di maçê de her du tîman zor li pozîsyonan dikir lê dengê golê di deqîqeya 18'an de hat: Lîstikvanê MU'yê Paul Pogba li ser navê tîma xwe gol avît û nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû.
Di destpêka nîveka duyemîn de vê carê Henrikh Mkhitaryan derket ser dikê û MU 2-0 derket pêş. Maç bi vî awayî bi dawî bû û Şampiyonê UEFA'yê diyar bû: MU.
Ji tîmên Îngilistanê herî dawî Chelsea di sala 2013'yan de ev kûpa bi dest xistibû. Chelsea tîma Benfica têk biribû û gihîştibû mirazê xwe.


