Diyarname
Xelata Man Booker a Navneteweyî bi romana "A Horse Walks Into A Bar" (Hespekî ku dimeşe barê) dan nivîskar David Grossman.
Li muzeya navdar Muzeya Victoria & Albert a li Londona Îngilistanê bi merasimek xwediyê xelata Man Booker hat eşkere kirin.
David Grossman ê 63 salî ku ji Îsraîlê ye bû xwediyê xelata Man Booker. Her sal vê xelatê didin berhemek ku bi îngilîzî hatibe nivîsandin û an ji bo îngilîzî hatibe wergerandin û li Îngilistanê hatibe weşandin. Îsal romana "A Horse Walks Into A Bar" hat xelat kirin. Ji bo xelatê plaketek û 50 hezar sterlîn wekî xelat didin yê/a serketî. Nivîskar Grossman û werger Jessica Cohen dê vê xelatê bi hev re par ve bikin.
Yekemîn car e xelatê didin nivîskarekî îsraîlî. David Grossman berhemên wêjeyî dinivîse û wekî fikir jî her polîtîkayên Îsraîlê yên li hemberî Filistînê rexne dike.
Çîroka pirtûka "A Horse Walks Into A Bar" li bara navçeyek biçuk a Îsraîlê derbas dibe. Dovale zarokek gelek xesas û afirîner e ku çiroka wî tê pêşkêş kirin. Di romanê de çîroka wî ya komedyenî û nakokiyên wî tên ser ziman.
Tê gotin ku li Tirkiyeyê Weşanên Sîren îsal dê vê pirtûkê bi tirkî biweşîne.


