logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve

  • Dîrok: 05/07/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Îskan Şîvhelan

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ev demek e li başûr û rojavayê Kurdistanê xebatên yekîtiya neteweyî dimeşîne. Ne tenê li van her du parçeyan, bi tevahiya sazî û dezgehên Rojhilat û Bakur re jî civiya. KNK’ê duh bi daxuyaniyekê encama van hevdîtinên xwe eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê di çarçoveya kongreya neteweyî de, dê di 15’ê tîrmehê de bi beşdariya 300 delegeyan Platforma Yekîtiya Neteweyî bê lidarxistin. Van çend salên dawiyê li Kurdistanê gelek pêşketin çêbûn. Girêdayî van gelek destkeftiyên gelê kurd derketin holê. Her yek ji van destkeftiyan gelekî nirxbuha ne. Lê pêşketina herî girîng Platforma Yekîtiya Neteweyî ye. Çima? Berî niha jî me gelek caran ev mijar bi bîr xist. Wekî dubare be jî, ji ber girîngiya wê ez dixwazim careke din dubare bikim. Şerê Cîhanê yê 3’yemîn li Rojhilata Navîn bi hemû germahiya xwe didome. Di dawiya vî şerî de nexşeya Rojhilata Navîn dê ji nû ve bê xêzkirin. Pêşketinên di nav çend salên pêşiya me de, dê çarenûsa kurdan a bi sedan salan diyar bike. Sed sal berî niha heman tişt hat serê kurdan.

Niha dîsa firseteke nû derketiye. Li gorî sed sal berî niha kurd di gelek waran de xwedî derfet in. Di warê civakî, çandî, leşkerî û dîplomasiyê de merheleyên gelek mezin derbas kirin. Di aliyê navneteweyî de jî yekem car e ku pêşiya gelê kurd ew qas vekirî ye. Dewletên dagirker, nikarin wekî berê piştgiriyê ji hêzên hegemonîk bigirin. Berovajî vê li gorî şert û mercên heyî car û baran piştgiriya gelê kurd dikin. Bi kurtasî derfetên azadiya kurd û Kurdistanê heta dawiyê çêbûne. Ku kurd bixwazin dikarin azadiya xwe pir bi hêsanî bi dest bixin. Lê tenê şertekî vê heye. Ew jî ‘Yekitiya Neteweyî’ ye. Niha li gel ew qas derfetan rewşa herî zêde kurdan qels dike û firsetê dide dijminên kurdan, tunebûna yekîtiya neteweyî ye. Tunebûna yekîtiyê niha wekî xencerekê li ser serê gelê kurd diheje. Siyaseta kurd bikare di vê demê de yekîtiya xwe ava bike, dê bikare statuya ji bo Kurdistanê dixwaze, bi dest bixe.

Dibe gelê kurd niha xwedî artêşeke mezin be, di şer û cengan de destkeftiyên mezin bi dest bixe, di qada navneteweyî de pêşiya wî vekirî be, lê heta yekîtiyê pêk neyne, yek ji van mîsoger nîn in. Mîsogeriya van destkeftiyan tevan yekîtiya neteweyî ye. Ji bo wê di nav çend salên dawiyê de gava herî girîng pêkanîna Platforma Yekîtiya Neteweyî ye. Ji bo vê xebatên KNK’ê yên di vî warî de, bi qasî serkeftinên li eniyan girîng e. Daxwaza gelê kurd jî pêkanîna yekîtiyê ye. Ji bo vê divê hemû siyaset, kom û kesayetên kurd piştgiriyê bidin vê gava pîroz. Divê her kes bêyî ferqê bixe navberê, xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Ji ber ku yekîtiya neteweyî ne pêwîstî, mecbûriyet e. Em vê mecbûriyê bi cih neynin, dê firsetên dîrokî ji destê me birevin.
05.07.2017, Rojeva Medya

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Madonna belgefîlmek li ser zarokan kişand

ad

Pirtûkxaneya Dijîtal a Kurdî dest bi weşanê dike

ad

Vaye endamên Desteya Wezîran a Barzanî

ad

Klîba Hefteyê: 'Strana Bêdengiyê'

ad

Pirtûka 'Nan û Xwê' hat îmzekirin

ad

AFP: PKK ji bo şengaliyan rêyek vedike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname