Diyarname
"UEFA Woman's Euro 2017" li Hollandayê didome. 8 tîm ji nav koman derketibûn çarîk fînalê. Bi rêzê ji Koma a Hollanda û Danîmarda, ji Koma B Almanya û Swêd, ji Koma C Avusturya û Fransa, ji Koma D Îngilistan û Spanya bûbûn yekemîn û duyemîn û ji koman derketibûn.
Yekemînên komek ji bo duyemînê koma dûre, duyemînê komek û ji bo yekemînê koma dûre bûbûn reqîb û bi vî awayî çarîk fînalîst diyar bûn. Di encamê de rewşa çarîk fînalê wisa çêbû:
- Hollanda - Swêd
- Almanya - Danîmarka
- Avusturya - Spanya
- Îngilistan - Fransa
Maçên çarîk fînalê rojên 29 û 30'ê vê mehê têne lîstin. Îro Holland û Swêd li gor saeta Tirkiyeyê saet 19, Almanya û Danîmarka jî saet 21.45'an tên hemberî hev.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Jinên Hollanda û Danîmarka ji komê derketin
- Berevajî mêran jinên îngilistanê zora jinên spanyolî birin


