Diyarname
Mebûsa berê ya DEP'ê Leyla Zana jibo xelata xwe ya Aştiyê ku 12 sal berê dabûn wê bigire çû Viyanayê.
Di sala 1995'an de dema Leyla Zana ji bo Xelata Aştiyê ya Bronu Kreisky guncav dîtin ew li girtîgehê bû û ne mimkûn bû xelata xwe bigirin. Zana niha ji bo xelata xwe bigire çû paytexta Avusturya Vinayanayê.
Zana tevî girtina xelatê dê bi rêxistinên mafên mirovan re jî têkiliyê deyne. Di nav bernameya Zana a sê rojan de Federasyona Komeleyên Kurd a Avusturyayê (FEY-KOM) û Partiya Demokrata Sosyalîst a Avusturyayê jî dê ji bo Zana resepsiyoneke bidin.
Resepsiyona ku li dor 200 siyasetmedar, andamên saziyên sivî û hîndekar beşdar bibin de dê li duyemîn navenda Partiya Demokrata Sosyalîst a li Viyanayê li dar bikeve.
Her wiha Zana dê 29'ê mehê li Zanîngeha Viyanayê di paneleke li ser mafên mirovan biaxive.


