Diyarname
Nivîskara îngilîz J.K.Rowling 20 sal berê pirtûka yekemîn a "Harry Potter û Kevirê Felsefeyê" nivîsî û paşê pirtûkên din li dû hatin. Niha di 20'emîn salvegerê de gavek nû tê avêtin. Li gor daxuyaniya BBC meha pêşiya me de li Pirtûkxaneya Îngiliz dê pêşangeha Harry Potter bê vekirin û ligel vê dê belgefîlma wê jî bi navê "Harry Potter: Dîroka Sêhrekê" bê kişandin.
Li gor bernameyê vê payîzê dê belgefîlm bê kişandin û têde dê hevpeyvînên ligel J.K.Rowling cih bigirin. Her wiha vekirina pêşangeha li pirtûkxaneyê, senaryoyên berê, berhemên bi hunera destan hatine çêkirin û amûrên şexsî yên J.K.Rowling ku diyarî pêşangehê kirine dê di belgefîlm de cih bigirin.


