Diyarname
Ji bo Dora 5'an a Kûpaya Tirkiyeyê pişke hat kişandin. Di pişkeyê de 4 tîmên di rêzên pêşîn ên Lîga Super a Tirkiyeyê de jî cih girtin (Beşîktaş, Başakşehir, Fenerbahçe, Galatasaray) û tîmên di Dora 4'an de bi ser ketin, bi giştî 32 tîm hene. Pişke ji bo wan hat kişandin û reqîb diyar bûn. Di Dora 5'an de ji bo têkçûna tîman du maç dê bêne lîstin. Maçên yekemîn rojên 28, 29 û 30'ê vê mehê, rovanşên van maçan dê rojên 12, 13 û 14'ê berfanbarê bêne lîstin.
Yek ji tîmên kurdan Batman Petrol Spor ku li hemberî Denîzlî Spor di Dora 4'an de bi ser ketibû û hatibû heta vir bû reqîbê Konya Sporê. Maça yekem dê li Batmanê, ya duyem li Konyayê dê bê lîstin. Yek ji tîmên din jî Kars 36 Spor jî bû reqîbê Gençlerbîrlîgî. Maça yekem li Qersê ye.
Ji tîmên mezin Beşîktaş û Manîsa, Fenerbahçe û Adana Demîr, Galatasaray û Sivas Beledieye dê bi hev re bilîzin.
Vane encama hemû pişkeyê:
- OSMANLISPOR FK & EVKUR YENİ MALATYASPOR
- AKIN ÇORAP GİRESUNSPOR & AYTEMİZ ALANYASPOR
- FENERBAHÇE & ADANA DEMİRSPOR
- ANKARA DEMİRSPOR & TELESET MOBİLYA AKHİSARSPOR
- GALATASARAY & SİVAS BELEDİYE SPOR
- KAHRAMANMARAŞSPOR & MEDİPOL BAŞAKŞEHİR FK
- DEMİR GRUP SİVASSPOR & BUCASPOR
- KARS 36 SPOR & GENÇLERBİRLİGİ
- BEŞİKTAŞ & GRANDMEDICAL MANİSASPOR
- BB ERZURUMSPOR & TRABZONSPOR A.Ş.
- KAYSERİSPOR & EYUPSPOR
- ORHANGAZİ BELEDİYESPOR & ANTALYASPOR
- KARDEMİR KARABUKSPOR & İSTANBULSPOR
- BATMAN PETROL SPOR & ATİKER KONYASPOR
- KASIMPAŞA & BOLUSPOR
- ADANASPOR & BURSASPOR
**
Nûçeyên eleqedar:
- Batman bi ser ket, Amed Spor têk çû
- Di kûpayê de reqîbê Amed Spor û Batman Petrol Sporê diyar bûn
- Batmanê tîmek mezin Goztepe Spor têk bir
- Amed bi ser ket Diyarbekir têk çû
- Maçên Kûpaya Ziraatê îro dest pê dikin


