Ku dil av bivê
Di nûbihara temen de
Di werzî germ û germistanê de
Li meydanî Beşîktaş pêşberî Uskudarê
Û dem saetên nîvro
Roj dikele, dil dikele
Û av!
Ava tengava Marmara a şînê reng asîman
Û bangî mirov bike, ma hevceye ku cih plaj be.
Ma kîjan kesin dikarin mirov asteng bikin, û nehêlin mirov bigihîje avê.
Daxwaza xwegihandina avê astengên hesinî nas nake…
Foto û nivîs: Serhedî


