Diyarname
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi şahiyeke vekirina Zanîngeha Kobanî bi awayekî fermî ragihand. Avahiya zanîngehê li ser riya Helebê ye. Ji bo vekirina zanîngehê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido şaniyek bi diruşma “Bi ked û zanistê welat ava dibin” hat li dar xistin.
Nûnerên desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanî, Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Hemdan El-Ebid, endamên TEV-DEM‘ê û mamosteyên kantonê beşdarî merasimê bûn.
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Kemal Besrawî vekirina zanîngehê li şêniyên herêma Firatê pîroz kir û wiha got: “Vekirina Zanîngeheke bi navê Kobanî û li ser xaka wê ji bo cihê rûmetê ye."
Endamê Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mihemed Tayê jî got: "Vaye îro em şarestaniyeke nû ava dikin, navendeke ji bo lêkolînkirina rewşa gel û belavkirina zanistê vedikin, bi van em ê çareseriyên bingehîn ji pirsgirêkên gelê herêmê re bibînin.”
Cîgirê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanî Xalid Berkel û Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Ferhad Dêrik jî axivîn û vekirina zanîngehê pîroz kirin.
Piştî axaftinan Koma Şehîd Botan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido stranên xwe pêşkêş kirin.


