Diyarname
Li Îranê ev hefteyek e gel ji bo aborî û siyasî li hemberî rêveberiyê li gelke bajaran çalakiyan li dar dixe. Di van rojên dawî de êrîşa hêzên ewlehiyê ya dewleta Îranê jî dijwartir dibe. Heta niha 13 kes hatine kuştin ku dibêjin yek jê polîs e.
Televîzyona dewletê ya Îranê îdîa kir ku çalakger çekdar in û kirine qereqol û baregehên leşkerî bi dest bixin lê hêzên ewlehiyê yên Îranê rênedaye.
Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî got ku gel azad e dikare hikumetê protesto bike û got ku divê îranî li hemberî provakasyonan hişyar bin.
Her wiha hat gotin ku ji bo 2'yê mehê banga greva giştî hatiye kirin.
Ji DYA'yê Qesra Spî ragihand ku ew piştgiriya gelê ku bi awayekî aştiyane fikrên xwe tînin ziman dikin.
Trump: Ji bo Îranê dema guherînê ye
Serokdewletê DYA'yê Donald Trump ji ser twitterê re nivîsî: "Îranê ligel rêveberiya Obama peymaneke xirab çêkir lê ligel vê yekê jî di her warî de serneket. Gelê Îranê bi salan de di bin çewsandinê de ye. Ew ji bo xwarin û azadiyê birçî ye. Ligel mafên mirovan dewlemendiya Îranê jî hat binpêkirin, niha dema guherînê ye."
Rusya: Ev karek navxweyî ye
Li aliyê din Wezareta Karên Derve ya Rusyayê li ser Îranê daxuyaniyek weşand û got ku ew hêvî dikin dê xwîn nerije û şîdet bilind nebe. Her wiha Rusyayê diyar kir ku ev yek karê wan ê navxweyî ye û destwerdena ji derve ve nayê qebûlkirin.


