Diyarname
Kovar û Weşanxaneya Nûbiharê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva Cîgerê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew wekî heqaret dibînin ku Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç li hember Perwerdehiya kurdî derdikeve û dibêje zimanê kurdî ne zimanê şaristaniyê ye.
Nûbiharê di daxuyaniyê de gotiye ku kurd xwe li Rojhilata Navîn yek ji xelkê herî kevnar e û bi nifûsa miletê çarem e û wiha dom kiriye: "Di jiyana civakî de yek ji heqên bingehîn heqê bikaranîna zimanê dayikê ye. Qedexekirina zimanekî, hem însanî nîn e hem jî ne li gor dînê Îslamê ye ku Bulent Arinç jî mensûbê wî ye. Kurdiya ku di malbata Hind-Ewrûpayê de cih digre biqasî ku tu kes texmîn nake dewlemend e. Ew kesên ku di vî welatî de dijin û li ser kurdan ji bilî îdîayên resmî tişteke din nizanin nikarin agahiyeke rast bidin û ew agahiyên bidin jî ji tiştekî baş re xizmetê nakin. Ji sala 1992'yan vir de heta niha me wekî kovar û weşanxana Nûbiharê bi zimanê kurdî bi hezaran cild weşan kiriye. Em hikumetê dawet dikin ku li hember perwerdehiya Kurdî astengan rake, dev ji heqaretên xwe berde û bi edaletê hereket bike."


