ŞASWAR MAME
Nûrî Malikî, di nav kurdan de navekî naskirî ye. Bi taybet van salên dawî, ji aliyê desthilata Başûr nexasim jî alî PDK ve pirranî bi îmaja "dijminê kurdan" e dan nasîn. Niha carek din Malikî di rojeva çapemeniya desthilata Başûr de ye. Lê vê carê ne wekî dijmin, wekî reformîst û evîndarê çareseriya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê derdixin pêş.
Nûrî Malikî, sekreterê giştî yê Partiya Deiwe ya Îslamî ye li Iraqê. Ew siyasetvanekî naskirî û bi bandor e li ser asta Iraqê û bi taybet di nav hêzên şîe de. Berê ku rejîma Sedam Husên têk biçe, ew yek ji van kesan bû ku li hemberî rejîmê di eniya muxalefet û dijber de cîh girt. Ji ber vê jî biryara darvekirina wî hatibû dayîn. Malikî ku di çarçoveya dijberiya rejîma Iraqê têkiliya wê xurt bûye bi aliyên Başûrê Kurdistanê, li Hewlêrê jî mastera xwe li ser zimanê erebî xwendiye.
Nûrî Malikî, sala 2006-2014'an bi piştevaniya aliyên kurd û şîe wekî Serokwezîrê Iraqê hatibû hilbijartin. Mesûd Barzanî û Celal Talebanî ji bo ku Malikî bibe serokwezîr gelek hewl dan. Yek ji şertên wê demê yê Barzanî ji bo lihevhatina bi hikumeta Iraqê re ew bû ku Malikî bibe desthilatdar. Berê Malikî, Îbrahîm Ceiferî serokwezîr bû. Aliyên kurd di wê baweriyê de bûn bi guhertina Ceiferî, wê pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û hikumeta navendî çareser bibin. PDK û YNK her tim Nûrî Malikî bi îmaja "dostê kurdan" li pêş raya giştî ya Kurdistanê nîşan dida.
Lê piştî ku desthilata PDK/YNK aboriya Başûr bi Tirkeyeyê girêdan û destûra Iraqê binpêkirin, kirîza di navbera Iraqê û herêma Kurdistanê de dest pê kir ku heya niha jî didome û roj bi roj kûrtir dibe. Ev siyaseta desthilata PDK/YNK Hewlêr û Bexda zêdetir dûrî hev kir. Dema ku ev pêvajo dest pê kir, Nûrî Malikî serokwezîr bû. Piştî ku budceya herêmê hate qutkirin, îmaja Malikî ya "dostê kurdan" bi îmaja "dijminê kurdan" re cih guherand.
Êdî rewx ewqas guherî, di dema hilbijartinên sala 2014'an, Barzanî gef li Iraqê dikir û digot: "Ger Malikî bibe serokwezîr, ez ê dewleta kurdî îlan bikim!"
Aliyên şîe bi navbeyênkariya Amerîka û Îranê li hev hatin ji bo Heyder Ebadî ji bilî Malikî bibe serokwezîr. Malikî jî bi awayek aştiyane ev guhertin pejirandibû.
Êdî desthilata herêma Kurdistanê Ebadî wekî dost derxistin pêş. Dixwestin bê ku herêm dahatûya petrolê ji Bexdayê re bişîne, Ebadî budceya herêmê ji bo Hewlêrê bişîne. Lê Ebadî ev daxwaza ku li gor destûra bingehîn ne rewa ye, nepejirand.
Ebadî di demek kurt de wekî parêzvanê destûr û zagonan di asta Iraqê de hate naskirin. Di nav hikumetû de li hember gendeliyê sekinî û gelek biryar girtin. Yek ji van biryaran jî ji kar avêtin û cezadana Hoşyar Zêbarî ku Wezîrê Aboriya Iraqê bû. Zêbarî ku xalê Mesûd Barzanî ye û ji pişka PDK bûbû wezîr, bi sedema dizî û gendeliyê hate cezakirin. Ev bûyer jî bandorek mezin li têkiliya PDK û Heyder Ebadî kir. PDK dixwest cezadana Zebarî wekî biryarek li dijî gelê kurd pêşan bide, lê biserneket.
Piştî ku desthilata PDK/YNK ji bilî çareserkirina pirsgirêkan bi Bexdayê re, zêdetir xwe bi Enqereyê ve girêdan, kirîzên kûrtir derketin holê. Bi taybet dema ku PDK bi hevalbendiya YNK u Yekgirtuya îslamî, referandum xist rojevê, êdî navbera hikumeta Iraqê û Hewlêrê zêdetir tevlihev bûbû. Ji bo ku gelê Başûr piştevaniya referandumê bike, desthilat dixwest îmajeke welê çêbike ku xelkê Başûr wekî dijmin li hikumeta Iraqê binêre û wekî serxwebûnxwaz jî li PDK û Barzanî binêre. Hikumeta Iraqê li hember desthilata PDK/YNK siyasî tevdigeriya, lê desthilata PDK/YNK li gor pîvanên eşîr û malbatên xwe tevdigeriyan.
Serokwezîrê Iraqê li ser bingeha destûr û zagonan tevgeriyabû, PDK nedikarî rasterast êrîşê Ebadî bike, ji bo wê carek din Malikî derxistin pêş. Malikî wê demê ne xwedê biryar bû di hikumetê de, lê ji ber ku di serdema serokwezîriya wî de budceya herêmê hatibû qutkirin, dixwestin di kesatiya Malikî de, gelê ereb yên şîe wekî dijminê kurd û Kurdistanê derxin pêş. Çapemeniya PDK wisa tevdigeriya ku rê li ber şerek nijadî û mezhebî di navbera kurd û erebên şîe de veke. Ev hemû ji bo vê bû gelê Başûr ku ne raziye li desthilatê, tevlî referandumê bibe û pîlana armanca pîk bîne.
Referandum çêbû, me encamên wê dîtin. Niha ku hemû derî li desthilata YNK û PDK hatine girtin, PDK hewl dide bi Nûrî Malikî re têkiliya xwe nû bike. Nûrî Malikî yê ku li ser asta her çar perçeyên Kurdistanê wekî dijmin hatibû danasîn, êdî roj bi roj li ragihandina PDK wekî siyasetvanekî dost ê ku çareseriyê dixwaze derdikeve pêş.
Li gor hinek çavkaniyan PDK û baska Malikî ya şîeyan vê dawiyê çend caran hevdîtin kirine. PDK dixwaze li dijî Ebadî, piştevaniya Malikî bike ji bo ku di hilbijartina 2018'an de bibe serokwezîrê Iraqê.
Nêzîkatiya aliyên Başûr (bi taybet PDK) bi Iraqê re her tim wisa bûye. Li gor pîvanên dîplomasî û siyasetek exlaqî û demokratîk tevnagerin, pîvanên wan parastina desthilat û hegemoniya malbat û eşîrên xwe ye di herêmê de.
Li gor texmînên min êdî gelê Başûr fêm kiriye ku dost û dijminên desthilatê nabin dost û dijminên vî gelî. Yê ku bi nirxên civakê dilîze, desthilat e. Desthilat dijmina yekem û dawiya gel û civakê ye.
Ji Yenî Ozgur Polîtîka hatiye girtin


