Stenbol
Meclisa HDK'ê ya Stenbolê komkujiya El Nusra ya ku duh 70 kurd qetil kiribû û revandina 350 sivîlî şermezar kir. Di nav kesên beşdarî çalakiya şermezarkirinê bûn LGBTT û rêxistinên çepgir, nivîskar û aktîvîstê Antî-Kapîtalîst Misliman Îhsan Elîaçik jî hebûn. Elîaçik ji bo kurdan li Rojava hatin kuştin nimêjê cenaze rakirinê kir.
Gel li ber Lîseya Galatasay hat ba hev û ji wir xwest heta Taksîmê bimeşe lê polîsan destûr neda. Li ser vê çalakiya rûniştinê hat lidar xistin.
Ciwanan diruşma "Her der Rojava, her der berxwedan", "Bijî berxwedana Rojava" berz kir.
Hevserokê BDP'a Stenbolê Emrullah Bingol jî axivî, komkujî lanet kir û wisa got: "Kî ev komkujî pilan kiribe bila bike, li pişt vê komkujiyê kî hebe bila bibe, bila bizane ku bi komkujiyan hûn nikarin şoreşa Rojava têk bibin."


