Diyarname
Tiştek ecêb çêbû: Pêşangeh vebûbû derket holê ku ji 21 tabloyan 20 tablo sexte ne. Em qala pêşangeha Modigliani ku li Genovaya Îtalyayê hatebû vekirin dikin. Buhaya tabloyên Modigliani bi mîlyon Euroyan têne kirîn û firotin. Ew di navbera 1884-1920'î de jiyaye.
Pêşangeha tabloyên Amedeo Clemente Modigliani di mehên adar-tîrmehê de li Palazzo Ducale ya li Gevovayê vekirî bû. Dema pêşangeh hê vekirî bû hin pisporên hunerê îdîa kiribûn ku berhem ne orjînal in. Li ser van îdîyan lêkolîn hat kirin û bi mehan paşê encam hat girtin. Encama lêkolînê 10'ê vê mehê pêşkêşî dadgehê hat kirin û di encamê de pisporan ragihand ku ji 21 berhemên di pêşangehê de bûn 20 jê sexte ne û tenê yek jê orjînal e.
Pisporan got ku di tabloyên sexte de ji pîgmentên boyaxê heta lêdanên firçeyê û heta çarçoveyan ji berhemên orjînal ên Modigliani cuda ne. Pisporê hunerê Carlo Pepi ku şikên xwe anîbûn ziman got ku Modigliani yek ji wan kesan e ku zêde berhemên wî yên sexte têne çêkirin û dibêje: "Modigliani piştî ku ji dema jiyan zêdetir berhemên li ser navên wî hatine çêkirin."
Komeleya parastina bikarhêneran piştî vê encamê diyar kiriye ku kesên bilêt kirîne û çûne serdana pêşangehê divê pereyên wan bi paş ve bêne dayîn.
Dozgeriya Genova jî di vî warî de li ser xala sextekarî lêpirsîn da dest pê kirin.
Berhema Modigliani ya bi navê "Nu Couche" di sala 2015'an de bi 170.4 mîlyon dolarî wekî li dinyayê tabloya herî buha hatibû firotin.


