logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Li Amed Sporê çi diqewime? Vane agahiyên nû

9 lîstikvan çûn, 3 hatin, teknîk dîrektor guherî, kongre li dar ket. Vane guherînên li Amed Sporê

  • Dîrok: 15/01/2018
  • Beş: Spor

Diyarname
Fûtbol qadek balkêş e, dem heye lîstikvan dibiriqe, bi vê dikare here cihek baştir, lê di heman demê de dikare li wir têk here û ji qada gogê bi temamî dûr jî  Ha tîmên lîgên mezin, ha yên jêrin, hûme di nav serdemeke wisa de ne. Amed Spor jî bi vî awayî. Serê salê Amed Sporê gelek lîstikvan transfer kirin û bi parolaya şampiyoniyê dest bi lîgê kir, lê li gor hesabê wan kar nemeşiya. Û niha di vê serdema ku li Tirkiyeyê navder dane lîgê ji Amed Sporê hin lîstikvan vediqetin û hin jî tên.
Di vê serdema ku 2017-2018 tê lîstin de tam 9 lîstikvan ji Amed Sporê veqetiyan. Ji van 7 lîstikvan îsal hatibûn transfer kirin, 2 jê ji par ve li nav tîmê bûn.

Lîstikvanên ku çûn
Di vê serdemê de ev lîstikvan veqetiyan: Erdî Bakirci (defans, ji Aydin sporê îsal transfer kiribûn),  Selçuk Kaban (Navika sehayê, ji Meraşêîsal transfer kiribûn),  Murat Yilmaz (forvet, par ji Ankaragucu transfer kiribûn), Tahir Babaoğlu (Forvet, îsal ji Aydin 1923 transfer kiribûn), Emin Yalın (navika sehayê, îsal ji Nîgde Belediye transfer kiribûn), Abdullah Topkara (Navika sehayê, îsal ji Menemen Belediyeyê transfer kiribûn), Efe Halil Ozarslan (Defans, îsal ji Boluyê transfer kiribûn) û Mazlum Demir (defans, îsal ji Menemen Belediye transfer kiribûn). Herî dawî jî Şahin Şafakoglu ji Amed Sporê veqetiya ku ew par hatibû transferkirin.

Lîstikvanên ku niha hatin
Beramberî lîstikvanên ku çûn Amed Sporê di vê navbera lîgê de hin lîstikvan jî transfer kirin. Vane ew transfer:
Muhammed Yilmaz (26 salî, forvet) ji Keçiorengucu heta dawiya salê kirê kirin.
Omer Karanci (25 salî, navika sehayê) ji bo sal û nîv peyman pêre hat girêdan.
Îbrahim Surgulu (24 salî, stoper) ji bo sal û nîv peyman pêre hat girêdan.

Teknîk dîrektor jî guherî bû
Her wiha Amed Sporê îsal teknîk dîrektor jî guhartibû. Teknîk Dîrektor  Taner Taşkin îstîfa kiribû û klûbê ligel teknîk dîrektor Ahmet Akcan li hev kiribû.

Karbeşî hat kirin
Di vê navberê de piştî Kongreya Awarte û hilbijartina rêveberiyê, rêveberiya Amed Sporê roja 11'ê vê mehê civîna xwe li dar xist û karbeşî çêkir. Di civîkê de karbeşiyek wisa çêbû:
Serok: Nurullah Edemen
Seroka Duyem: Hamide Akar
Sekreterê Giştî: Abdullah Sevinç
Endamê Muhasip: Suleyman Gokalp
Berdevkê Çapemeniyê: Firat Kasimoglu
Karên Tenduristiyê: Tamer Kucun
Karên Derve: Yahya Çete
Sporê Jinan: Besra Ekinci, Aylin Turşak
Berpirsê Tesîsan: Veysel Ozhekti
Berpirsê Tîmên Jêrîn: Adnan Zengin
Arge: Osman Ocaklik
Berpirsê Salonan: Mehmet Şimşek
Têkiliyên Gel: Remzi Dinar
Têkiliyên Sazî: Eser Sonmez

Rewşa niha
Atmosfera heyî ya li Tirkiyeyê bandorê li Amed Sporê jî dike. Di deplasmanan de rastî êrîşan tên, ew her maça xwe di nav atmosferek dijwar de dilîzin. Di rewşek wisa de ne hêsan e karê fûtbolê. Lîstikvanên wan jî li nav sehayê û derveyî sehayê her rastî êrîşan tên. Kaptanê wan Deniz Nakî seqet bû, her wiha li Almanyayê hinan gule bera erebeya wî dan. Lîstikvanên hatibûn nekarî bin vî barî rabin. Lê ligel her tiştî Aaed Spor ber xwe dide. Amed Spor niha di Koma Sor a Lîga 2'yemîn de ye û bi 20 pûanan di rêza 11'emîn de ye. Maçên lîgê 20'ê vê mehê dest pê dikin. Amed Spor 20'ê mehê saet 13'an de li mala xwe dê Mersin İdmanyurdu bike mêvan.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Spor - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

news
  • 27 10 2026

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

news
  • 27 10 2026

Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin

news
  • 27 10 2026

Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin

news
  • 24 10 2026

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news
  • 24 10 2026

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kayyûmê tehamulê navê Tahir Elçî nekir

ad

'Hûn bi xêr hatin Amedê'

ad

Wekî ku projeya 'Lîga Super a Ewropayê' bi ser neket

ad

'Pirtûka Burhan' jî hat komkirin

ad

Li nav 'Sahaf'an gereke dîrokî

ad

Banga boykota dibistanên tirkî hate kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname