Diyarname
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr got: Êdî bi biryara meclisa şaredariyê navê 97 cihan tabelayên bi kurdî û tirkî wê daleqînin û li ser rêya ketina Amedê wê tabelaya "Hûn bi xêr hatin Amedê" bi kurdî û tirkî bê nivîsîn.
Ji bo 10'ê Berfanbarê Hefteya Mafên Mirovan Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş, Cîgira Hevserokan Meral Daniş Beştaş, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Şaredara Baglarê Yuksel Baran, Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş çûn Komeleya Mafên Mirovan a Amedê
Demîrtaş li vê derê diyar kir ku êdî wê ne li benda guherîna zagonan bin û li her derê ku kurd lê dijîn du zimanan bikar bînin.*
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî wisa got: "Meclisa me ya şaredariyê biryar girt ku navê 97 gundan bi kurdî li tabelayan nivîsî. Mixabin walîtî ev biryar bi paş ve şand. Meclisa me careke din ev biryar girt. Di destpêka sala 2010'an de bi xebatekê, me li 97 cihan dest bi xebitandina du zimanan kir. A rast navê wir ê rastîn kurdî û navê tirkî ku paşê li wir kiribûn me her du bi hev re bikar anîn."
Baydemir got ku bikaranîna van her du navan tişteke fîlî ye û biryareke dadgehê nîn e û ev yek lê zêde kir: "Li ser vê biryareke dadgehê yan jî biryareke fermî nîn e lê pêdiviya civakî ya di roja me de vê pêdiviyê nîşan dide. Heta niha ev tabelayên me ji wir ranekirin, ez hêvî dikim ku ji niha û pêde jî wê kes dest nede wan."
Baydemîr got ji niha û pêde wê li cihên ketina bajêr digel tirkiya wê bi kurdî jî “Hûn bi xêr hatin, ser sera ser çava re hatin” bi kêfxweşî binivîsin.
**
Nûçeya eleqedar:
*Demirtaş: Wê li cihên kurd lê dijîn du ziman hebin


