Diyarname
Îro 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ye û di vê rojê de jinên kurd bi diruşmeya ‘Dengê jinê, rûyê jiyanê’ kanaleke televîzyonê bi navê JIN TV vedikin.
Rêvebera ofîsa Jin TV a Silêmaniyê Sakar Ebdullah ji bo Rojnewsê li ser kanalhê wisa gotiye: “Armanca me ragihandina hestên jinan e. Her wiha derxistina pêş a dengê nerazî li hemberî ew tundiyên dijî jinan tên kirin. Derxistina pêş a hêz û îradeya jinê ye. Dirûşma me jî Dengê jinê rûyê jiyanê, ye.”
Jin TV ligel bi hemû zaravayên kurdî, dê bernameyên bi zimanên erebî, farsî û tirkî jî amade bike. Kanala ku navenda wê li Ewropa ye ji ser peykê re li her derê yên bixwazin dê bikaribin lê temaşe bikin.
Ev in frekansên Jin TV:
Peyk: Hotbird 13°E
Frekans: 11 054 MHz
Polarîzasyon: Horizontal
Symbolrate: 27500 FEC-rate: 5/6


