logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  2. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  3. Li Amedê dem dema şanoyê ye
  4. Di çarçoveya 'Şahiya Zarokan a Fîlman' de fîlm bi erzanî têne nîşandayîn
  5. Klîba Hefteyê; 'Destana Serhedê'
news-details

Ji Enstîtuya Kelepûrê Kurdî pirtûkên nû

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî 6 pirtûkên nû belavkirin ku sê jê bi tîpên erebî, du jê bi tîpên latînî ne û yek jî bi erebî-la

  • Dîrok: 15/10/2009
  • Beş: Berhem

Bedirxan Mukriyanî/Silêmanî

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî 6 pirtûkên nû belavkirin ku sê jê bi tîpên erebî, du jê bi tîpên latînî ne û yek jî bi erebî-latînî ye.

Ji van pirtûkan ku li ser erkê Weşanxaneya Aras hatine çapkirin, 3 jê wekî weşanên Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya li Silêmaniyê û 3 jî wekî weşanên Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya li Duhokê hatine çapkirin ku 3 bi kurmanciya jorîn in û du bi zaravayê kelhurî ne û yek jî bi kurmanciya jêrîn e.

Komek Dûrik Ji Folklora Kurdên Sûriyayê / Bergê Sêyem – Bergê Çarem
Berhevkar: Salihê Heydo
Rêzbendiya meqaman û deranîna notayan: Kawe Feqêzade

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Duhok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Kewçêr 2009, Bergê Sêyem 183 rûpel – Bergê Çarem 243 rûpel, Kurdî/Kurmanciya Jorîn, Bi tîpên Latînî

Ev berhema hanê ku wekî berdewama pirtûka “Dûrikên Kurdî-Kurdistana Sûriye” 1-2 hatiye belav kirin dûrik û stranên piraniya deverên Kurdistana Sûriyayê dihewîne ku bergê sêyem 100 û bergê çarem jî 120 stran bi xwe ve digire. Cihê gotinê ye, tevî notayên stranan, meqam û goyendeyên wan jî hatine diyarkirin û her weha cûre û babeta govendan jî hatiye xuyakirin ku digel stranan têne gerandin, her wekî millanî, çoganî, sêgavî, hûrizî hwd.
Salihê Heydo ku ev serê 40 salan e li rojavayê Kurdistanê li ser folklor û kelepûrê kurdî dixebite, heta niha gelek berhemên folklorîk dane hev û ji bilî pirtûkên wî yên li ser folklorê wî çar dîwanên şiîrê jî çap kirine.


Zerîne û Sîmîne Komeka Tekstên Folklorîk Ji Devera Kirmaşanê / Bergê Yekem – Gotinên Pêşiyan û Îdyom
Amadekar: Abbas Celîlyan (Ako)
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Silêmanî, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Kewçêr 2009, 259 rûpel, Kurdî/Zaravayê Kelhurî, Bi tîpên Erebî û Latînî

Zerîne û Sîmîne Komeka Tekstên Folklorîk Ji Devera Kirmaşanê / Bergê Duyem – Metel
Amadekar: Abbas Celîlyan (Ako)
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Silêmanî, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Kewçêr 2009, 160 rûpel, Kurdî/Zaravayê Kelhurî, Bi tîpên Erebî û Latînî

Ev du pirtûk, ku di warê xwe de pirtûkên kêmpeyda ne, li ser folklora herêma Kirmaşanê ne ku heta niha xebateke zêde li ser nehatiye kirin. Di bergê yekem de gotinên pêşiyan bi tîpên erebî û latînî û bi rêzbendiya alfabetîk hatine nivîsîn. Her weha tevahiya gotinên pêşiyan bi kurmanciya jêrîn hatine rave kirin an beranbera wan hatiye danîn.
Di bergê duyem de jî,  mamik (tiştanok) bi tîpên erebî û latînî û rêzbendiya alfabetîk hatine nivîsîn û her weha bi kurmanciya jêrîn perawêz jê ra nivîsîn. Hêjayî gotinê ye Abbas Celîlyan yek ji wan kêm kesan e ku li ser zar û folklorê devera Kirmaşanê kar dike û heta niha çend berhem belav kirine ku ji wan ya herî girîng Ferhenga Başûr e ku li ser zarê herêma Kirmaşanê ye. 


Ciwanistan / Çend Beytêkî Folklorî Nawçey Pişder û Merge
Berhevkirin: Ziyad Muhemmed Emîn
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Silêmanî, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Kewçêr 2009, 206 rûpel, Kurdî/Kurmanciya Jêrîn,  Bi tîpên Erebî

Devera Pişder ku dikeve başûrê Kurdistanê bi folklor û kelepûra xwe devereke bijûn û dewlemend e û her weha bi zar û folklora xwe pireke di navbera kurmanciya jorîn û jêrîn de. Piraniya kilamên ku di pirtûkê de hene ji deverên kurmanciya jorîn hatine wergirtin û berebere li kurmanciya jêrîn hatine anîn, lê digel vê yekê jî hindek taybetmendiyên rêzimanî wekî xwe mane ku taybet in bi kurmanciya jorîn. Pirtûk van kilaman bi xwe ve digire: Şerîf Beg û Edle Xan, Dilo û Lewend, Bozbeg, Memê Zerî, Çeto, Seydewan, Derwêşî Ebdî ku ji zarê Mam Yunis û Resûl Awejeyî hatine wergirtin. Li aliyê din Ziyad Muhemmed Emîn, ku ji mêj ve li ser folklora devera Pişderê dixebite, babetek jî nivîsiye bi navê “Hesp di mêjûya dastanan da”.


Çend Vekolîn Li Dor Mem û Zîna Xanî
Nivîskar: Hecî Cafer
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Duhok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Kewçêr 2009, 213 rûpel, Kurdî/Kurmanciya Jorîn,  Bi tîpên Erebî, Çapa Duyê

Hecî Cafer, ku di warê edebiyat û folklora kurdî de kesekî xuyanî ye li başûrê Kurdistanê, di vê kitêbê de Mem û Zîna Ehmedê Xanî ji gelek aliyan ve hildaye dest û şirove kiriye; her wekî, Xanî divê mîrê kurdan çawa be?,  Şahî û xem li nik Ehmedê Xanî, Ehmedê Xanî evîndar bûye?, Hevalînî di Mem û Zînê da, Hindek rewişt û tîtalêt kurdewarî di Mem û Zînê da, Ehmedê Xanî Baweriyêd Millî, Hîma jimare û Mem û Zîn, Êzdyatî di Mem û Zînê de, Xanî û lêborîn, Îşaretêt Qur’anî di Mem û Zînê da, Hindek îşaretatêt Incîlî û Tewratî, Hîma perinda di Mem û Zînê da, Ji Mem û Zîna folklorî bo  Mem û Zîna Xanî, Ehmedî Xanî yan Ehmedê Xanê.  

Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku li Silêmanî, Duhok û Kerkûkê şaxên wê hene, di sala 2003an de li Silêmaniyê hate danîn. Wê heta niha bi zimanê kurdî/kurmanciya jêrîn û jorîn, kirdkî, kelhûrî, maçoyî  bêhtirî 90 pirtûk li ser folklor û kelepûrê kurdî belav kirine. Her weha nêzîkî 16 berhemên muzîkî yên dengîn û dîmenî belav kirine ku ji muzîka kurdan pê ve muzîka ereb, turkman, kild û aşûriyan jî bi xwe ve digire. Jê pê ve wê li ser qereçiyên Kurdistanê, benîştê kurdî yê li devera Pişder, koçerên Qendîlê û masîgiriya li Devera Qeladizê, Devera Guliyan, Govendên Çelê û Berwarî Bala, şimşaljen Qale Mere belgefîlm durist kirine.


Bo têkilîdanînê:
Email: khi_2003@hotmail.com / khidihok@yahoo.com
Malper: www.khi03.com 

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

news
  • 05 04 2026

Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket

news
  • 23 03 2026

Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket

news
  • 17 02 2026

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin

news
  • 17 02 2026

‘Doktor Dije’ bi zazakî zî veciya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Piştî kavilkirinê li Nisêbînê dê qedexe rabe!

ad

Çenteyek bi meaşê salekê!

ad

Wêneyê Rojê: Ji Kobanî hat

ad

Mamoste û xebatkarên Zanîngeha Kobanî daxuyanî dan (Agahiyên li ser Rojava)

ad

Ji TZPKurdî gavên nû yên ji bo kurdî

ad

Hevpeymana Civakî ya Rojavayê Kurdistanê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026
news

Di çarçoveya 'Şahiya Zarokan a Fîlman' de fîlm bi erzanî têne nîşandayîn

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname